26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberekî FARC’ê di encama suîqastê de hat kuştin

Li Kolombiyayê ev 57 sal in di navbera Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û hikumetê de pêvçûn hene. Sedema pevçûna reforma çandiniyê ye. Di sala 2016’an de di navbera artêşa dewletê û hêzên FARC’ê de agirbestek hat îlankirin.

Di 2019’an de ji aliyê FARC’ê hat ragihandin ku agirbest û peymana di navbera wan de hatiye çêkirin bêencam maye ji ber wî ew ê dîsa çekên xwe rakin.

Jesûs Santrîch ev 30 sal bûn di rêvebiriya FARC’ê de cih digirt. Yek ji sembolê FARC’ê Jesús Santrîch ê ku di têkiliyên di navbera hêzên FARC û hikûmetê de navbeynkariyê jî dikir, ji aliyê artêşa Kolombiyayê ve hatiye kuştin.

Hat diyarkirin ku Santrîch bi daxwaza serokê dewleta Kolombiyayê Ivan Duque yê rastgir ve li Venezuelayê hatiye kuştin.