2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Azadiyê: Ji bo çareseriyê muxatab Rêber Ocalan e

Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk pêk tên, piştî meşa 5 rojan gihiştin Şirnexê. Gel li navenda Şirnexê rêwiyên azadiyê bi coş pêşwazî kirin. Rêwiyên azadiyê anîn ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd mûxatab Rêber Ocalan e.

Rêwiyên Azadiyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî, di 1’ê Sibatê de ji baskê Qersê û Baskê Qanê bi tevlêbûna 75 kesan bi navê “Meşa Mezin a Azadiyê dest bi meşa 15 rojan kirin. Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê li herêma Serhed û herêma Botanê 5 rojin bajar û navçeyan ziyaret dikin. Rêwiyên azadiyê tevî berf û sermayê meşa xwe bi biryar û coşek mezin berdewam dikin. Baskê ku ji Wanê derketin rê, piştî meşa 5 rojan gihiştin Şirnexê. Meşa îro li navçeya Qileban a Şirnexê dest pê kir û derbasî bajarokê Gundikê Melê bûn.

Xelkê bajarokê Rêwiyên Meşa Azadiyê bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Gel bi dahol û zirneyan Rêwiyên Azadiyê pêşwazî kir û meşale vêxistin. Rêwiyên Azatdiyê yek bi yek hemû welatiyên ji bo pêşwazîkirina wan hatin silav kirin. Dayikên laçikspî jî meşvan hembêz kirin.  Rêwî û xelkê bajarokê ji ketina bajarokê heta ber deriyê avahiya DEM Partiyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” berz kirin. Bi sedan kesên guh nedayîn barîna berfê, piştre jî govenda azadiyê gerandin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û wiha got: “Tu hêz nikarin xwe li ber vê hêviya aştiyê ya vî gelî bigire. Meşa me ya azadiyê heta birêz Ocalan azad dibe û pirsgirêka kurd çareser dibe dê bidome. Di destê me de nifteya berxwedan, azadî û aştiyê heye. Roj dê were dê deriyê Îmraliyê vebe û aştiyeke birûmet pêk bê.”

Meşvanan pişt re ber bi navenda Şirnexê ve bi rê ketin. Meşvan di ketina bajêr de bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin pêşwazîkirin. Di bin barîna berfa zêde de heta avahiya partiyê meş hate lidarxistin. Coşa jinan dîmenên rengîn derxistin holê. Meşvanan di tevahiya rê de serdana dikandaran kirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz wiha got: “Bila sekna Şirnexê ji bo mêtîngeran peyamek be, we îro ji hemû mêtîngeran re bersiva pêwîst da. Ji du baskan 75 kes bi milyonan kesan re dimeşin. Ji ber ku bi milyonan kes birêz Abdullah Ocalan weke vîna xwe dibînin. Çareseriya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Dema deriyê Îmraliyê hate vekirin dê çareserî pêk were. Krîz û kaos dê ji holê rabe. Îro ne tenê gelê kurd bi milyonan kes xwedî li fikrên birêz Ocalan derdikevin. Ji bo azadiya birêz Ocalan têdikoşin.”

Aydenîz, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Tu hêz û quwet nikarin vê meşa heqîqetê bidin sekinandin. Bi milyonan dibêjin ‘birêz Ocalan vîna min a siyasî ye’. Mûxatabê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Em bang li mûxalefet û dewletê dikin; sedemê ku îro krîz û alozî kûrtir dibin pirsgirêka kurd û tecrîd e. Divê tecrîd were rakirin.”

Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Şirnexê Haci Tûran Saltan jî xwest ku meşa azadiyê bibe wesîleyê aştî û azadiyê û wiha got: “Dem dema serkeftinê ye.”

Axaftin bi dirûşmeyan bi dawî bûn. Meşvan dê di saetên êvarî de tev li civînên gel bibin.