3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Azadiyê li Kopê Evrîm Demîr bi bîr anîn

Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ên baskê Qersê, gihiştin navçeya Kopê ya Mûşê. Rêwiyên Meşê malbata Evrîm Demîr a di salvegera rojiya mirinê ya mezin a 14’ê tîrmehê de xwe şewitand, bibîr anî.

Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ên Baskê Qersê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd derketine rê, gihiştin navçeya Kopê ya Mûşê. Rêwiyên azadiyê, malbata Evrîm Demîr a 18 salî ku di salvegera rojiya mirinê ya mezin a 14’ê tîrmehê de di 17’ê tîrmeha 2011’an de li baxçeyê mala xwe ya li navçeya Kopê laşê xwe dabû ber agir, ziyaret kirin. Rêwiyan li cihê çalakiya Evrîm Demîr daxuyanî dan û deqîqeyekê rêz girtin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal a li vir axivî, wiha got: “Evrîm Demîrê di salvegera rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê de laşê xwe da ber agir. Ez li ber bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Îro em vê meşê jî tam ji bo ku kurd bibin gelekî azad û rêbertiyekî azad dikin. Em bi vê baweriyê ber bi azadiyê ve dimeşin.”

Bavê Demîrê jî wiha got: “Em mafê xwe dixwazin tiştekî din naxwazin.” Dayika Demîrê, Suheyla Demîrê jî spasiyên xwe pêşkeşî meşvanan kirin. Demîr anî ziman ku dê dest ji doza xwe bernadin û ji bo serdanê spasiyên xwe pêşkeşî herkesê kirin. Bîranîn bi dirûşma “şehîd namirin” bi dawî bû.