17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê berê xwe dan navenda Şirnexê

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan  di rêwitiya Meşa Azadiyê de axivî û wiha got “Tu hêz nikare xwe li ber vê hêviya aştiyê ya vî gelî bigire”

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin piştî navçe û bajarokan gihişt navenda Şirnexê.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatibû destpêkirin di roja 5’an de li navçeya Qileban a Şirnexê bi meşê dest pê kir. Meşvan, piştre derbasî bajarokê Gundikê Melê bûn.

Li gundikê melê bi coş hatin pêşwazîkirin

Xelkê bajarokê meşvan bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dahol û zirne hatin lêdan û meşale hatin vêxistin. Rêwiyên Azadiyê yek bi yek hemû welatiyên ji bo pêşwazîkirina wan hatin silav kirin. Dayikên laçikspî jî meşvan hembêz kirin.

Rêwiyên Meşa Azadiyê û xelkê bajarokê ji ketina bajarokê heta ber deriyê avahiya partiyê meşiyan. Di dema meê de dirûşmên “Bijî berxwedana İmraliyê”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” û “Na ji tecrîdê re, aştî a niha” berz kirin. Bi sedan kesên guh nedayîn barîna berfê, piştre jî govenda azadiyê gerandin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û wiha got: “Tu hêz nikare xwe li ber vê hêviya aştiyê ya vî gelî bigire. Meşa me ya azadiyê heta birêz Ocalan azad dibe û pirsgirêka kurd çareser dibe dê bidome. Di destê me de nifteya berxwedan, azadî û aştiyê heye. Roj dê were dê deriyê Îmraliyê vebe û aştiyeke birûmet pêk bê.”

Rêwiyên Meşa Azadiyê piştre jî ber bi navenda Şirnexê ve ketin rê.