30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê rojnamegerekî din jî binçav kir

Li Hewlêra başûrê Kurdistanê rojnamevanekî dema xwe amade dikir ku xwepêşandana Partiya Komunîst a Kurdistanê bişopîne ji aliyê hêzên ewlehiyê yên PDK`ê ve hate binçavkirin

Îro li Hewlêrê Partiya Komunîst a Kurdistanê ji bo piştgirî bide daxwazên mamosta û karmendên Herêma Kurdistanê xwest çalakiyekê lidar bixe, lê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hate astengkirin.

Rojnamevanê bi navê Diyako Hisên ku dixwest çalakiyê bişopîne, ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hate destgîrkirin.

Der barê mijarê de, birayê rojnamevan Diyako Hisên, Diyar Hisên ji ajansa me re axivî. Diyar Hisên got; “Birayê min îro ji bo şopandina çalakiya Partiya Komunîst çû ber derê Encûmena Wezîran ya ku çalakî li ber dihat kirin. Lê ji aliyê hêzên asayîşê ve, hate destgîrlorom û heya niha jî em çarenûsa wî nizanin.”