2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê dê sibê bimeşin Amarayê

Rêwiyên Meşa Azadiyê ku îro ji Amedê derketin û derbasî navçeyên Sîwereg û Curnê  Reş ên Rihayê bûn, gihiştin navenda bajarê Rihayê. Rêwiyên Azadiyê piştî şeva xwe li Rihayê derbas bikin dê sibê bimeşin Gundê Amarayê.

Rêwiyên Meşa Azadiyê ku di 1’ê Sibatê de bi boneya azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji Qers û Wanê dest pê kirin, piştî rêwîtiya 14 rojan gihiştin Rihayê. Baskê rêwiyên Meşa Azadiyê yên Qers û Wanê duh li Amedê gihiştin hev û serê sibê ji Amedê berê xwe dan Rihayê. Her du baskên meşê yên Wan û Qersê, serê sibê bi hevre ji Amedê derketin û derbasî navçeya Sîweregê bûn. Rêwiyên Meşa Azadiyê ewil gora pêşengê PKK’ê Mahmut Zengîn ê ku li zindana Amedê canê xwe da ber agir û siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ziyaret kirin. Rêwiyên Azadiyê piştî meşa li Sîweregê berê xwe dan Curnê Reş (Hîlwan) û li vir jî gora yek ji pêşengê PKK’ê Salîh Kandal ziyaret kirin. Girseya Rêwiyên Meşa Azadiyê, piştî Curneyê Reş berê xwe da Rihayê. Gel li Rihayê bi coş û kelecanek mezin rêwiyên Meşa Azadiyê pêşwazî kir. Li vir jî piştî meşa nava bajar, meşa îro bi dawî bû. Rêwiyên azadiyê dê sibê ji Rihayê berê xwe bidin gundê Amara ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de lê ji dayik bûye.