spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobedarên Edaletê komplo şermezar kirin

Xizmên girtiyan çalakiya Nobeda Edaletê li Mêrdîn, Amed, Wan, Êlih, Mêrsîn, Edene,  Îzmîr û Stenbolê berdewam kirin. Çalakgerên Nobeda Edaletê komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Xizmên girtiyên siyasî çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Îzmir û Stenbolê ku ji bo azadiya fizîrî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane desetpêkirin berdewam kirin.

Mêrsîn

Çalakiya Nobeta Edaletê ku li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 73’yan de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navçeya Seyhanê hatin serdana nobetê. Kesên di çalakiyê de cih girtin daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” ve “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Wan

Nobeta Edaletê ya Wanê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 72’yan de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Bajar tê domandin û îro rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Qelqeliyê û şêniyên Taxa Valî Mîthat Bey hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Amed

Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşgntiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 72’yan de berdewam kir. Çalakî li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser girîngiya têkoşîn û piştevaniyê. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Her wiha stranên kurdî hatin gotin.

Êlih

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 14’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Êlihê tê lidarxistin û nûnerên rêxistin girseyî yên demokratîk ên bajar hatin serdana nobetê. Di heman demê de di nava rojê de gelek kes tev li çalakiyê bûn.

 Îzmîr

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya omeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 22’yan de berdewam kir. Nobet li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê hat destpêkirin û li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin. Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bucayê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê.

Yek ji kesên piştgiriyê dide Nobeta Edaletê jî Melîke Akan e û Akan got ku ew azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin. Akan, wiha domand: “Divê birêz Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em aştî û azadiyê dixwazin. Em naxwazin dayikên tirk û kurd bigirîn. Bila girtiyên nexweş bên berdan û em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyan bê rakirin.”

Akan, ji bo piştgiriya bi Nobeta Edaletê re bang kir û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin her kes bê cem me dayikan û daxwaza aştiyê bikin. Em naxwazin bi tenê bimînin. Sibe 15’ê Sibatê ye, anku roja reş e. Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin. Heke parêzer û malbat neçin serdana birêz Abdullah Ocalan dê greva birçîbûnê bidome. Em dixwazin ku bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”