6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê gihiştin Rihayê

Baskê Qers û Wanê yên rêwiyên Meşa Azadiyê ku li Amedê gihiştin hev û berê xwe dan Rihayê, li Rihayê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.

Rêwiyên Meşa Azadiyê di 1’ê Sibatê de bi boneya azadiya Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan bixwazin, ji Bajarê Qers û Bajarê Wanê ji 2 baskan ketin rê. Baskê Wan û Qersê piştî meşa 13 rojan duh gihiştin Amedê. 2 baskên meşê ku duh li Amedê gihiştin hev îro berê xwe dan Rihayê. Rêwiyên baskên Meşa Azadiyê li Sîweregê gora Pêşengê PKK’ê Mahmût Zanîn û siyasetmedar Îbrahîm Ayhan, li Curnê Reş jî gora pêşengê PKK’ê Salîh Kandal ziyaret kirin. Rêwiyên Meşa Azadiyê piştî serdana Sîwereg û Curnê Reş gihiştin Rihayê. Gelê Rihayê, Rêwiyên Meşê li Qada Karakoyun a Rihayê li pêş avahiya DEM Partiyê bi coş û kelecanek mezin pêşwazî kir. Gel di pêşwazîkirinê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Ji şer re na, aştî hema niha”, “Ji tecrîdê re na, aştî hema niha”, “Bimre koletî bijî azadî” berz kirin.

Bayindir: Teqez em ê bi ser bikevin

Piştî girseyê Rêwiyên Meşa Azadiyê li pêş Kargeriya Karakoyun pêşwazî kir, li vir Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir axaftin kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, li pêş avahiya DEM Partiyê  axivî û got: Li hemberî Nemrûd û fîrevûnan gelê Rihayê û gelê kurdistanê heta niha serî netewand, îro gelê kurd û hemû gelên kurdistanê serî natewîne. Ev meşa me jî li dijî zilm û zordariyê serbilindî, serfirazî û serhildan e. Meşa me ya Azadiyê dê teqez bigêje armanca xwe. Wê teqez bigêjie armanca xwe. Çawa di dîrokê de li dijî Hz. Îbrahîm zilm û zordî hebû û Hz. Îmrahîm li dijî Newrûdan serî netewan, îro li dijî Rêzdar Ocalan jî tecridek giran heye. Em wekî gelê kurd û dost û hezkiriyên gelê kurd, parazvanên gelê kurd me meşek dîrokî da destpêkirin. Daxwaziya me aştî û azadî ye. Daxwaza me wekheviya gelan e. Em dibêjin dê aştî, azadî û wekhevî li Rihayê pêş bikeve. Sekna me û meşa me jî  ser vî esasî pêk tê. Heta em si ber bikevin em ê meşa xwe berdewam bikin.”