spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tundiya dijîtal û çanda betalkirinê

Çanda lîncê piştî serdema heqîqetê weke nexweşiya herî berbelav tê pênasekirin û ev nexweşî bi berbelav bûna medyaya civakî jî hîn bêhtir bi pêş ket.

Bi eslê xwe ya bingehîn peyva lîncê ku me weke xwendina wê jî derbasî zimanê kurdî kiriye ji zimanê ingilîzî derketiye. Navê peyvê ji paşnavê  Charles Lynch ê ku bi cezayên kêfî û hovane di şerê serxwebûna Amerîkayê de kesên ku bi Îngîltere ya ku Amerîka dagir dikir re radibûn û rûdiniştin tê. Ji ber cezeyên neheq û sixte dida ber gel, piştî wî jî ev hat domandin û wisa ket jargona siyaset û hiqûqê. Ev zagon weke ‘’Zagonên Lynch’’ derbas dibe. Ji ber van yekan jî hin nivîskar dibêjine lînc li Amerîka bû ye gelemperî û dîroka Amerîka di bingeha dîroka lîncê ye jî.

Lînc bi wateya sereke û kevneşopî; ji çend kesî zêdetir ku xwe dikine weke komekê(ji bo ku ji wê sûcê yekane jî azad bibin.) û li hemberî kesên ku li gor wan sûcdar e dûrî darizandineke adîl bi awayek kolektîf lînckirin e. Ji ber vê yekê jî lînc weke înfazkirina bêdadgeh/adîl jî derbas dibe. Bi piranî sûcên mîna tecawiz, tacîz, dizî yan yên ku ji hêstên kîndarî, hesûdî, xelet fêmkirinê diqewime û tevgerek lîncê ya fizîkî di dû de tê; pê re bi kuştina wî/ê/an kesan an bi birîndarkirina wan encam dibe. Lînca ku nagihije armanca xwe jî weke ‘’hewldana lîncê’’ tê binavkirin.  Ji bilî van carna ew lînc rast an îftîra ne jî. Mînak kesekî ku ji cîran an hevalê/a xwe ku jê diqehere, jê diheside jî dikare bi bêbextiyan wê reş bike, bêbextiyan lê bike û bibe sedema lînckirina wê/î. Kesekî ku hevalên wî/ê yê kar jê dihesidin û pê re îftîra û rêşkirinê lê bikin dibe sedema îstîsmar û xerab kirina derûniya wî û herî dawî  îstîfakirina wî  kesî, yan bi heman kolektîvîzma xerap di karekî dibe sedema boykotkirina mal û bi kêmbûna bazirganî dibe sedema îflas kirina wî karî.  Ev tiştên wisa jî hem ji exlaqa civakê hem jî ji exlaqa kesane dûr e.  Di heman demê de wexta endamên civakekê metirsiyeke şênber li hemberî xwe bibînin û ji bo ku wê gefê ji holê rakin lîncê bi kar bînin, ew dibe parastina rewa. Hema ji bilî meseleyên wisa îstîsnayî lînc li dijî hiqûqa hemû deveran e.  Pratîkên lîncê jî pergala civakê ji binî ve xera dike û ev xetere dike ku tevahiya civakê bikeve rewşek xwezayî ya ku her kes bi her kesê din re şer dike.

Çanda lîncê piştî serdema heqîqetê weke nexweşiya herî berbelav tê pênasekirin û ev nexweşî bi berbelav bûna medyaya civakî jî hîn bêhtir bi pêş ket. Di dawiya salên 2010’an û serê salên 2020’an de bêhtir berbiçav bû ye. Di lîteratûra zimanê îngilîzî de weke çanda betalkirinê (cancel culture) derbas dibe. Belê di zimanê kurdî de me hîn pênaseyek wê yî berbiçav nedîtiye, çiqasî jî di zimanê tirkî de weke ‘’çanda lîncê’’ derbas bibe jî mirov naxwaze ev yek weke çandekê hîn bêhtir berbelav bibe û bibe hin sedemên xeternaktir. Ji ber ku mirov nikare  tundiyê bike çand.  Hema divê kesên pispor û xwedî aqilane pêşiya vê bigirin û hêdî hêdî kêm bikin. Cancel cultur yanî çanda betalkirin an xelaskirinê di platformên medyaya civakî (facebook, instagram, x û hwd. ) qurbanê/a ku weke hedef tê nîşandan tê rûxandin, westandin, biçûkxistin  û ji civakê dûr xistin.  Wextê ku ev tevger bi awayek girantir û demdirejî bê kirin ev dibe kampanyaya lîncê. Kesê ku têne hedef girtin carna kesek, carna partiyek, carna sazî û carna jî dewlet in. Di roja me yî îro de çavkaniyên herî ku xwe jê digire jî di medyaya civakî ew nûçeyên xelet, an îhlalkirina jiyana taybet ve di van platforman de bi awayek dezenformasyonkirî û kampanyayên reşkirinê xwe dide jiyandan.

Bi her hawî ev yek di roja meyî îro de xwe li ser medyaya civakî bi rexistin dike. Carna bi hesabên trol ku kes nikaribe nasnameya wan jî bizanibe û bi xwe bi awayekî ji bo xerabiyê bi rêxistin bikin wan êrîşana dibin ser kes, civak an saziyan. Ev jî ji tirsa derxistina qirêjiya di dil de ye.  Ya rast dive mirov li ser a di dil de bisekine. Her kesek di serdemên dawî de bi belavbûna jiyana dîjîtal jî hayîdar e, bi nûçeyên ku kes ji ber qencîkirina xwe jî têne xapandin û heta têne kuştin. Ev yek genijandina civaka me weke şeqamek tûj li ser rû yê me dixe. Ev birêxistinkirina ji bo xerabiyê ku lîncê ji hevza xwe  derdixe jî yek ji genijandina civakê ye. Heyamek wisa ye ku mirovên baş jî êdî newêrine qenciyê bi kesan bikin ji ber ku bi derûniyeke ne baş, ji dilên ku bi hesûdî û kînê tije, vê yekê bi awayekî giran li wan heram kirine.

Tundiya dîjîtal ew e ku kesan ji civakê dûr dixe, derûniya wan xerab dike û heta carna ber bi xwekuştinê ve dibe. Ji ber vê êdî divê li ser vê yekê hem li ser platformên medyaya dijîtal pîvanên wê hebin. Li qadên gelemperî û dîjîtal jî ji bo astengkirinê rê û rêbaz bêne afirandin.