2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê Îran û DYA’yê vediguhere şerekî çawa?

Bi her halî ve wiha xuya dike ku bandora Qaanî wek ya Silêmanî li ser wan komên çekdar tune ye ji ber piştî wan gerên wî jî dîsa komên çekdar ên girêdayî Îranê bi serê xwe tevgeriyan û êrîşên xwe berdewam kirin. Lewre Qaanî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ye.

Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de li Xezayê, metirsiya navneteweyî heye ku şer li herêmê berfirehtir û gurtir bibe û hin welatên din jî bikişîne nava xwe.

Piştî destpêkirina şerê Israîl û Hemasê ji ber piştgiriya Amerîka ya bi ÎIsraîlê re asta êrîşên li dijî baregehên Amerîkayê ên li Sûriye û Iraqê jî gelekî zêde bûn.

Milîsên girêdayî Îranê yên li Iraq û Sûriyeyê bênavber êrîşan dibin ser baregehên Amerîkayê ên li wan welatan. Bi taybetî jî piştî êrîşa dawî a li ser sînorê Urdunê ku tê de 3 leşkerên amerîkî hatin kuştin, metirsiya gurbûna şer li herêmê zêdetir bû.

Pêre jî her kesî digot dê bersiva Amerîkayê ya wê êrîşê gelekî dijwar be. Li di nava rêveberiya Amerîkayê de jî gelek rexne li rêveberiya Serokê DYA’yê Joe Biden hatin kirin û hate xwestin ku ew êdî bersiveke rasterast bide Îranê.

Lê hem rayedarên Amerîkayê hem jî yên Îranê dan xuyakirin ku ew naxwazin ev nakokî veguherin şerekî raste rast ê di navbera herdu welatan de.

Lewre jî Îranê peywîra aramkirina rewşê ku komên çekdar û milîsên alîgirên Îranê asta êrîşan bilind nekin daye fermandarê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Şoreşê Îsmaîl Qaanî.  Qaanî di dema dawî de li herêmê bi gelek ji wan koman rû hevdîtin kir da ku şer berfireh nebe û veneguhere rûbirûbûneke rasterast bi Amerîkayê re.

Lê li gorî çavdêriyên siyasetmedarên ku vê rewşê dişopînin Îsmaîl Qaanî nikare şûna Qasim Silêmanî yê ku ji alî Amerîkayê ve hate kuştin, bigire. Her wiha xuya dike ku hêza wî  têr nîne ji bo pêkanîna wê mîsyonê.

Di vê çarçoveyê de, dîroknas Araş Ezîzî û nivîskarê pirtûka li ser Silêmanî, diyar kir ku “fermandeyê berê yê Supaya Qudsê bi salan pêwendiyeke nêzîk bi komên çekdar ên girêdayî welatê xwe re li herêmê ava kir. Têkiliyeke wî ya xurt bi milîsên Îranê yên li Sûriye, Iraq, Lubnan û Yemenê re hebû. Lê Qaanî ne bi wê karîzmayê ye û dîroka peywendiya wî bi wan milîsan re ne ewqas xurt e.

Ji ber vê yekê, pirsa herî girîng a ku niha derdikeve holê ew e ku gelo ew milîsên Îranê bi rastî li gorî fermanên wê tevdigerin an jî di hin caran ji derveyî wê yekê tevdigerin? Gelo dê Qaanî bikaribe wan qayil bike ku asta êrîşên xwe kêm bikin an na?

Gelo Amerîkayê dê di bersivên xwe de raste rast Îranê bike hedef an ew jî naxwaze ev şer berfireh bibe?

Piştî êrîşa baregeha burca 22’yan a li ser sînorê Urdunê ku tê de 3 leşkerên amerîkî hatin kuştin, Amerîka wekî bersiv li Iraq û Sûrîyê dest bi êrîşên asmanî kir. Di wan êrîşên bersivdayînê yê Amerîkayê de 85 hedefên milîsên ser bi pasdarên Îranê ve li Iraq û Sûriyeyê hatin hedefgirtin. Bersiva van pirsan dê di rojên pêşiya me de aşkera bibin û heke Îranê nikaribe an jî nexwaze milîsên xwe kontrol û gem bike, dê bersivên Amerîkayê jî dijwartir bibin. Ji aliyekî din ve Amerîkayê jî dê neçar bimîne yan bersivên pêwîst bide Îranê an jî wekî ku Îranê û milîsên wê dixwazin xwe ji herêmê vekişîne û meydanê ji Îranê re bihêle ku hespên xwe bêtir li herêmê bibezîne.