30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şer derbasî pêngavek nû dibe

Faşîzma tirk dixwaze YNK’ê jî wekî KDP’ê bike hevkar û gefan li YNK’ê dixwe. Bi vî awayî dixwaze avantajên gelê kurd di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bi dest bixin, ji niha de asteng bike. Lê faşîzma tirk ne dikare pêşiya vî şerî û ne jî pêşiya Tevgera Azadiyê û destkeftiyên kurd bigire.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di sala 2004’an de balkişand ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û çerçeve, rêbaz û karektera vî şerî bi berfirehî dahurand. Ji wê rojê heta niha hemû pêşketin yek bi yek pêşdîtinên Abdullah Ocalan piştrast dike. Ji ber livdan û derzên mezhebî, olî û neteweyî şer li Rojhilata Navîn kûr dibe.

Asta pêşketin gihîştinê nîşan dide ku êdî belavbûn û kûrbûna vî şerî teqez e. Hemû hêz niha li gorî vê rewşê pozîsyon digirin. Bi pevçûnên di navbera Hamas û Îsarîlê de şer derbasû merhameyek nû bûye. Hêzên hegemon piştî salên têkçûna sosyalîzma reel cardin bûne dubend. Serkêşiya aliyekê DYA, Îngilistan, Îsraîl û welatên ewropayî dikin û serkêşiya aliyê din jî Rusya, Çîn û Îran dikin.

Ku em li pozîsyona van blokan binerin hêzên di bin sîwaneya DYA’yê de ji vî şerî amadetir in. Bi taybetî Rêveberiya Biden NATO ji nû ve erorganîze kir.  Du welatên nû tev li NATO’yê kir û Ukrayna jî bi awayek fîlî vegerand bandorgeriya xwe. Li hemberî Çînê jî bi tevlêbûna Awûstralya, Îngilistan, Zelandaya Nû û Jayonyayê NATO’ya Pasifîkê ava kir.

Ligel hêza leşkerî hêza ekonomik û teknolojîk jî di destê xwe de digire. Bi boneya şerê Ukraynayê ambargoyek giran li ser Urisya dimeşîne. Her wiha bi polîtîkayên nû hewl dide Çînê jî bi sînor bike. Di vê çarçoveyê de li hemberî Projeya Rê û Bazbendê alternatîfên nû pêş dixe. Yek ji van projeyan jî di civîna G-20 ya dawî de hate nîqaş kirin. Li gorî vê ji Hindistanê bigire heta Ewropayê ku projeya Çînê berteraf dike afîrand.

Bi vê projeyê hem gavek ku Çînê ditengijîne û bi sînor dike avêt hem jî mitefîkên xwe di aliyê aborî de konsolîde dike. Li aliyê din peyamek girîng jî dide Tirkiyeyê. Wekî tê zanîn ku Tirkiye wekî buhorkek riyên enerjiyê ye. Li ser vê yekê gelek avantajên jeostratejîk bi dest dixe. Bes bi vê projeyê Tirkiye li derveyî peymanê hate hiştin. Ev di heman demê nerazîbûnek li hemberî polîtîkayên Tirkiyeyê yên salên dawî bû.

DYA, Îngilistan û Îsraîlê gelek zelal nerazîbûna xwe ya li hemberî Tirkiliyên bi Urisya raxistin ber çavan. Li ser vê yekê Tirkiyeyê bi erêkirina endamtîya Swêdê ya ji bo tevlêbûna NATO’yê bi lez erê kir. Ligel hemû propagandaya li dijî Îsraîlê bazirganiya bi vî welatî re derxist asta herî jor. Xuya ye ku Tirkiye di pêşerojê de zêdetir hewl bide nêzîk DYA û eniya Ewropayê bibe.

Girêdayî gavên Tirkiyeyê helwesta Urisya û mitefîkê wê Îranê jî teşe digirin. Di civîna dawî ya Astanayê de vê rewşê xwe da nîşandan. Urisya û Îranê bi awayek aşkera ji Tirkiyeyê xwestin ku ji Suriyeyê derkeve. Xuya ye ku herdu alî jî ji Tirkiyeyê dixwazin ku pozîsyona xwe zelal bike û êdî hew dualî bilîze. Bi vê boneyê Tirkiye ev çend sale hatiye duriyanekê. Neçare tercîhekê bike. Riyek din nîne.

Ji bo tevkujiya kudan tawîzê dide

Tirkiye avantajek mezin ji polîtîkaya hevsengiyê ya di navbera DYA û Urisyayê de girt. Ji bo tevkujiya gelê kurd temam bike hem tawîz dan van aliyan û hem jî destûra dagirkirina Başûr û rojavayê Kurdistanê girt. Lê êdî meşandina vê polîtîkayê hindî diçe zehmetir dibe Sedema vê yekê jî berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.

Faşîzme tirk bawer dikir ku dê bikaribe Tevgera Azadiyê bi pişgiriya hêzên hegemonîk têk bibe. Lê di van heşt salên dawiyê de gelek zelal derket holê ku faşîzma tirk her roj bi xwe têk diçe. Di aliyê aborî, leşkerî, siyasî û civakî de têkçûnek mezin dijî. Ligel destûra hêzên hegemonî bi hevkariya KDP û mala Barzanî jî nekarî bigihêje armancên xwe.

Faşîzma tirk niha dixwaze YNK’ê jî wekî KDP’ê bike hevkar. Ji bo wê gefan li YNK’ê dixwe. Amadekariyên şerek berfirehtir dike. Bi vî awayî dixwaze avantajên gelê kurd di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bi dest bixin, niha de asteng bike. Lê hêza faşîzma tirk ne dikare pêşiya vî şerî bigire û ne jî pêşiya Tevgera Azadiyê û destkeftiyên gelê kurd bigire.

Şerê cîhanê kurd dibe, cîhanek nû ava dibe û gelê kurd dê di vê cîhanê de rolek pêşeng û destkeftiyên mezin bi dest bixe.