2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa kurd û berberiyan dişibe hev

Gelê amazîx an jî wekî navê li wan kirine û pê hatine naskirin (Berberî) gelekî qedîm ê bakurê rojavayê Afrîkayê ye. Li ser erdnîgariyeke gelekî berfireh hatine parçekirin, koçkirin û asîmîle kirin. Ji aliyê rewşa dîrokî, civakî, siyasî, çandî, olî û demogirafiyayê ve dişibine me kurdan. Çarenûsiya me gelekî nêzîkî hevdû ye.
Ez di sala 2015’an de bi komek hevalan re çûm welatê berberan Tûnûsê. Pêşî em çûn bajarê dîrokî Kazablankayê. Em rojekê li wir man, li ciyên dîrokî û turîstîk geriyan. Kazablanka li qeraxê Atlas Okyanûsê bajarekî modern û şîrîn e. Di her kuçe û kolanên wê de şopên dagirkeriya ewropiyan xwe dida xuya kirin. Li bajar gelek lewhe û nivîsên kolan û dukanan bi tîpên erebî û latînî bûn. Me ji derî ereban çavên xwe li gelê berberî digerand qet hes ji wan tune bû. Wek ku xwe li bajar veşêrin. Me li çend ciyan behsa wan kir, gotin, “gelek kêm in, li başûrê welat li gundan dijîn.
Roja din em bi keştiyê ji Kazablankayê li ser Okyanûsa Atlas ber bi başûr ve çûn. Aliyê êvarê keştiya me gihişt bajarê dîrokî û turîstîk Agadîrê. Agadîr jî li qeraxê Okyanûsê nêzîkî sînorê Sahraya Rojava bajarekî biçûk ê turîstîk bû.
Li wir Rêberê me, em birin Navenda Çanda Berberan. Beşek ji navendê kiribûn muzeya berberan; alav û berhên kevn ên berbaran li wir di muzeyê de bi cî kiribûn. Beşên navendê yên din jî kiribûn ciyê kirîn û firotinê. Herî zêde cureyên biharat, tiştên ji çerm, sextiyanên çêkirî dihatin firotin. Çend resturant hebûn û firoşgeh. Me xwarineke berberan xwar, lê min tu tahm û zewq jê negirt.
Çend roj paşê geşta me qediya û em vegeriyan Stockholmê. Hevalekî min ê mamosteyê zimanê erebî hebû. Navê wî Hebîb bû. Habîb ji Kazablankayê bû. Ew bixwe berberî bû, lê dersa erebî dida. Min jê re behsa gera xwe ya welatê wî kir û rewşa berberiyan jê pirsî. Hebîb bi kurtî behsa rewşa berberiyan a siyasî û asîmîlasyonê kir. Û got, “rewşa me û ya we kurdan hema hema wek hev e…”
Ji min re bû meraq ku ez li ser rewşa berberiyan lêkoleke biçûk bikim. Ka em ji kîjan alî ve dişibin hevdû? Min çend pirtûk xwendin, li Ansîklopediya Îslamî mêze kir û niha jî ez Mukaddîma İbn Xaldûn dixwînim. İbn Xaldûn bi dûr û dirêj behsa dîrok, erdnîgarî, civak, çand, ziman û ola berberiyan dike.
Bi qasî ku hatiye tespîtkirin gelê berberî ji 3000 sal (B.z) ve li bakurê rojavayê Afrîkayê ne. Xelkê binecî yên herî kevn in. Wek me kurdan eşîrên wan gelek in. Her eşîrek zaravayeke xwe heye. Ji aliyê olî ve jî cuda ne. Di seranserê dîrokê de her eşîrek seriyek kişandî ye û di nav wan de yekitiya netewî çênebûye. Bi tenê beriya zayînê di sedsala lll yem de bi alîkariya împaratoriya Romayê Qiraliyeta Nûmîdyê ava kirine. Ev qiraliyet ne bi serê xwe bûye bi Romayê ve girêdayî bûye. Roma 5 sedsal li bakurê Afrîkayê qeraxê deryaya Spî welatê Berberan dagir kiriye. Her weha herêmên qeraxê deryaya Spî di bin bandora çanda latînî de mane. Berberiyên bedevî (koçer) bi serê xwe jiyane. Romiyan welatê berberan dagir kirine lê wan asîmîle nekirine. Ji ber ku taybetiyeke Împaratoriya Romayê yek jê jî ev bû ku welatên derekê dagir kiriye, waliyekî dida ser wan, ji wan bac û leşker stendiye û ji derê wê têkiliyî ziman, çand û ola wan nebûye.
Di dema Hz. Omer û Hz. Osman de li welatê berberan şerên dijwar di navbera artêşa îslamî û ya Bîzansan de derketiye û her çûye artêşa îslamî ji Misrê ber bi rojava ve bi pêşketiye û bi ser ketiye. Di dawî de artêşa îslamî zora artêşa Bîzansan biriye û welatê Berberan bi tevahî ketiye bin desthilatiya xelîfeyê îslamê.
Bi devê şûr bi Berberan îslamiyetê dane qebûl kirin. Dîn û zimanê berberan biçûk û bêqîmet dîtine û meleyan di medreseyan de dest bi perwerdeya erebî kirine. Berberiyên bajar û gundan dev ji dîn û zimanê xwe berdane û asîmîle bûne. Ên bedevî (koçer) li derî asîmîlasyona ziman û olî mane. Çanda ereban di nav bajarî û gundiyan de cî girtiye. Heta navê ereban li zarokên xwe kirine. Piştre berberî ji rojava ber bi rojhilat ve dest bi koçkirinê kirine. Ji Fasê ber bi Cezaîr, Sudan û Misrê ve koç kirine. Li ser cografyeke berfireh belav bûne.
Îro berberî li nav tixûbên van dewletan dimînin. Herî zêde li Fasê dijîn. Li Fasê nêzîkî Mîlyonek, li Cezayîr 9 mîlyon, li Morîtanya 2.5 mîlyon, li Nîjer 1.5, Malî 2.5, li Lîbya 32.000 û li Farnsayê jî 200.000 berberî dijîn. Piraniya wan êdî bi zimanê xwe nizanin û çanda xwe ji bîr kirine.
Berberî îro jî ji aliyê baweriyê ve ciyêreng in. Piraniya wan misilmanên sûnî ne. Kêm be jî şîî jî hene. Xirîstiyan, cihû û beşeke biçûk jî li ser ola xwe ya kevn in ku roj û hîvê pîroz dibînin.