5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di sedsala 16’emîn de Ingilistan

Ingilistan îro roj ji sê welatên ku li ser giravekê Qraltiya Yekbûyî pêk tînin welatek e. Ji ber ku ji bilî İngilîzan Îskoç û Galler jî li ser vê giravê dijîn. Îrlandî jî li kêleka wan giraveke serbixwe ye û ji van hemû welatan re Qraliyeta Yekbûyî yan jî Brîtanya Mezin tê gotin.
Di sedsala 5’emîn de ji eşîrên Cermenan Sakson û Anglûs ev girav dagir kirin. Beriya hingî li vir gelê xwecîhî Kelt dijiyan. Navê welêt di wateya welatê Anglûs’an ji Angleland tê. Demeke dirêj ji gelê vir re Anglêsakson digotin. Di warê erdnîgarî de jî Îtalyanan jê re Înghîlterra û Fransiyan jê re Angleterre digotin. Terra ango erd û xak. Peyva Îngîltere jî ji wir tê. Zimanê ingilîz jî bi taybet piştî ku yek ji eşîrên Frensiyan Norman diçin li giravê bi cîh dibin, weke senteza zimanê Frensî û Elmanî çêdibe.
Hemû dîroka Ingilistanê zehmet e em di carekê de behs bikin, loma emê di vî beşî de tenê behsa sedsala 16’emîn bikin.

Sedsala 16’emîn di dîroka Brîtanyayê de sedsala herî girîng e. Mînak di vê sedsalê de yekemîn car jinek bû kralîçeya Brîtanyayê, Mezheba Anglîkanîzmê li Brîtanyayê serdest bû, Engîzîsyon di vê demê de anîn Ingilistanê, Ingilistan di cîhanê de bû hêza herî mezin a kolonyalîst û zimanê İngilîz bû zimanê cîhanê, nivîskarên weke Shakespeare û nivîskarê Utopyayê Thomas More derketin. Ev hemû bûyer jî bi çîroka evîneke kûjer a qralê İngilîz Hannry ê 8’emîn dest pê kir.

Hanry VIII. û avabûna dêra Anglîkan

Ev rêza bûyeran jî di dema Xanedaniya Tudor a İngilîz de çêbûn. Ji Xanedaniya Tudor; Henry ê 8’emîn, piştî mirina bavê wî Henry ê 7’emîn birayê wî Arthur hatibû ser text û piştî ku birayê wî jî di demeke kin de mir di 1509’an de hate ser textê Ingilistanê û bû qral. Qral Henry ê 8’emîn di dirêjahiya hûkûmraniya xwe de bi 6 jinan re zewicî. Ji van 2 jê jî bi awayekî trajîk serê wan da jêkirin. Henry gava ku hate ser desthilatdariyê bi Catherîna Aragonî re zewicî bû. Catherîna Aragonî qet kur jê re çênebûn, ev yek jî jê re weke kêmaniyekê hate dîtin û tim hate piçûkxistin. Ji Catherîna Aragonî keçeke bi navê Mary çêbibû. Ev keçik piştre wê biba Qralîçeya yekemîn a Brîtanyayê û wê bi nasnavê Mary ya Destbixwîn bihate bibîranîn.
Di demeke wiha de Qral Henry ê 8’emîn belkî jî hinek jî bi hêviya ku kûrekî ango mîratgir jê re çêbibe dil dikeve jineke bi navê Anne Boleyn, lê ji bo ku pê re bizewice divê karibe jina berê berde. Lê Serokê Ruhanî yê Xirîstiyanên Katolîk Papa destûr nade vê yekê. Ji ber ku hevjîna wî ya berê Catherîna Aragonî hevjîna birayê wî yê mirî bû û li gorî Încîlê nedibû ku kesek bi hevjîna birayê xwe yê mirî re bizewice û ev yek gûneh bû. Lê Papa bi tevî vê yekê bi zor û bela destûra zewaca Catherîna dabû, Henry niha jî ji Papa dixwest ku careke din vê zewacê xera bike. Loma beşeke mezin ji rêveberên Xirîstiyaniyê li dijî vê yekê derketin. Henry, dît ku Papa wê destûra wî nede, rabû xwe ji kîlîseya Katolîk a Xîrîstiyaniyê qût kir û Kîlîseya Ingilistanê ku bi latînî jê re Ecclesia Anglicana (Dêra Înglîzan) dibêjin ava kir û xwe jî weke serokê vê kîlîseyê îlan kir. Di vê navbêrê de Anglîkanîzm di cîhanê de piştî Kîlîseya Katolîk û Ortadoks mezhebê sêyemîn a herî mezin ê Xîrîstiyaniyê ye. Di heman demê de ev biryara Henry bû sedema destpêkirina doza xwînî ya navbêra Katolîk û Protestanan. Hetta nivîskarê pirtûka Utopya Thomas More ku wê demê şêwirmendê yekemîn ê Qral Henry bû, ji ber ku li dijî biryara zewaca Henry derketibû ji aliyê Henry ve hatibû îdamkirin.

Qral Henry piştî ku kîlîseya xwe ya Anglîkan ava kir û xwe weke serokê wê îlan kir, hevjîna xwe ya berê Catherîna Aragonî berda û bi Anne Boleyn re zewicî. Anne Boleyn di 1533’an de keçeke ku wê piştre bûba hûkûmrana herî xurt a Brîtanyayê Elîzabetha Yekemîn welidand. Lê ji wê re jî qet zarokên kur çênebûn. Qral Henry gelek hêrs bibû û ji bo ji wê xilas be, gelek bêbextiyên mezin ên weke “bi biraya wê jî di nav de bi gelek mêran re zîna kiriye” kir û bi delîlên sixte biryara kuştina wê da. Di wê demê de cezayê îdamê piranî bi serjêkirinê bi encam dibûn. Qral Henry ji bo zêde êşê nekşîne hosteyekî şûr ê xurt erkdar dike ku înfazê pêk bîne. Anne Boleyn piştî zewaca sê salan di 1536’an de hate îdamkirin û ew yekemîn şahbanûya Ingilistanê bû ku hate îdamkirin.
Li ser pirsa “gelo Qral Henry çawa dibe ku du caran biryara kuştina hevjînên xwe da” dîroknas dibêjin; ku di 24ê Çile ya 1536’an de, beriya îdamkirina Anne bi demeke kin Qral Henry di tûrnûvayeke pevçûna rimêlan de bobelanekê derbas dike. Di encama vê bobelanê de Henry ji hespê xwe dikeve û du saetan bê hiş dimîne. Li gorî dîroknasan ev yek di kesayetiya Henry de guhertinên mezin çê kiriye.
Qral Henry piştî îdama Anne Boleyn bi heftiyekê bi Jane Seymour re zewicî. Jane Seymour kurek welidand; Edwardê Şeşemîn ku wê piştre bibûya Qral. Lê belê Jane ji ber komplîkasyonên welidandinê mir. Piştre ji bo pê re bizewice pêşniyaza Christina Danîmerqî jê re hate kirin. Lê belê Christina pêşniyaz red kir û ji sefîrên Brîtanî re ev peyam da “Eger du serê min hebûya, minê seriyek bi kêfxweşî pêşkêşî Qralê we yê hêja bikira”. Christina bi vê peyama xwe balê kişandibû ser vî tiştî ku potansiyela kuştina jinan bi Qral re gelek xurte û bê gûman bi awayekî mafdar ev yek red kiribû. Piştre portreyeke jineke eslê xwe Elman; a ji Clevesê ya bi navê Anne nîşanî Qral Henry kirin. Qral Henry dema di rastiyê de Anne ya Clevesî dît poşman bû û jê hes nekir lê ji bo ku têkîliyên bi Elmanan re nexe xeterê neçar ma pê re bizewice. Piştî demekê Qral Henry zewaca xwe ya pê re xera kir û jineke din a bi navê Catherina Howard re zewicî. Henry wê demê temenê wî nêzî 50 salî bû û Catherina Howard jî 17 salî bû. Qral navê “gûla bê stirî” li Catherina kiribû û di 1541’ê de wê weke şahbanû îlan kir û piştî 3 mehan bi hinceta ku zîna kiriye ew da kuştin.
Qral Henry cara dawî û zewaca şeşemîn bi jineke bi navê Catherina Parr re di 12ê Tîrmeha 1543’an de dike. Catherina Parr ku ji Henry dirêjtir jiya jineke gelek jîr û aqilmend bû, di dema şahbanûtiya xwe de pirtûkek bi navê “Dûa û Medîtasyon” nivîsandibû. Qral Henry ê 8’emîn di 1547’an de mir.

Qralîçeya ingilîz Mary a dest bi xwîn

Piştî mirina Henryê 8’emîn Edwardê Şeşemîn ê ji jina sêyemîn Jane Seymourê hate ser text. Edwardê 6’emîn di neh saliya xwe de hate ser hûkûm û di 15 saliya xwe de jî mir. Edwardê VI. li ber mirinê jî nexwestibû zirxwîşkên wî Elîzabeth û Mary werin ser text û loma jî daxwaz kiribû ku piştî mirina wî neviya birayê Qral Henry ê 8’emîn Jane Grey bibe Qralîçe. Wê demê Mary Tudor ku keça Qral Henry 8’emîn û Caterîna Aragonî bû, ji aliyê gel ve gelekî dihate heskirin. Mary Tudor bi desteka gel artêşek ava kir û bi vê artêşê berê xwe da Londonê. Li Londonê jî xwe weke Qralîçe îlan kir. Jane Grey tenê 9 rojan li ser text karî bimîne. Piştre jî Jane Grey hate îdamkirin. Mary di dîroka Ingilistanê de weke qralîçeya yekemîn a Ingilistanê tê binavkirin. Mary I. an jî Mary Tudor bi sedema ku bi sedan mirov sirf ji ber ku protestan bûn da şewitandin nasnavê Mariya dest bi xwîn lê kiribûn. Mary piştî ku bavê wê yê Qral zewaca bi diya wê re xera kiribû ew jî gayrî meşrû îlan kiribû û li gel diya xwe jiyana wê di kelehekê de weke girtîgehekê nîv vekirî de derbas bibû. Her wiha Mary neçar hatibû hiştin ku baweriya xwe ya katolîkî jî înkar bike û di dewsa diya xwe de Anne Boleyn weke Şahbanû qebûl bike. Piştî ku Anne Boleyn jî ji aliyê bavê wê ve hatibû îdamkirin, zirxwîşka wê Elîzabet jî mîna wê gayrîmeşrû hatibû îlankirin û ew şandibûn cem wê. Mary piştî ku taç da serê xwe li ser tenbî û şîreta konseyê biryara zewacê dide. Ji bo zewacê jî Prensê Spanyayê Philipe II. (Felîpe) re zewicî. Lê Qralê Spanyayê Felîpe II. vê zewacê tenê weke derfetekî hûkûmkirina ser Ingilistanê ango weke zewaceke siyasî dît û tim li dervehî Ingilistanê li ser serê artêşa xwe bû. Mary I. gava hat ser text, pergala dewletê ya bavê xwe ku weke serokê kîlîseya İngilîz îlan kiribû gûherand, serdestî dîsa teslîmî Papa kir û psîkoposên Katolîk ên Romayê ji nû ve nas kir. Tevgerên reformê yên bîst salên dawî da sekinandin û bi hevkariya prens Felîpe yê ku ji Spanyaya Katolîk hatibû dadgehên engîzîsyonê li Ingilistanê ava kirin.

Di vê demê de Mary I. li hemberî protestanan gelek bi xederî tevgeriya û ferman da ku 280 protestan li ser qazoxê werin şewitandin. Ji ber vê fermana wê jî weke Marya destbixwîn tê binavkirin. Di dema wê de 800 mirov an di sûrgûnê de an jî di zîndanê de mirin. Mary I. di 42 saliya xwe de di 17ê Mijdara 1558’an de mir. Mary bi tevî ku zirxwîşka wê Elîzabeth di warê olî de protestan bû û jê re weke tehdîtekê jî bû, wê neda kuştin, berovajî dema li ber sikratê bû Elîzabeth weke varîs diyar kir.

Elîzabeth I.

Heman roja ku Mary mir, ango di 17ê Mijdara 1558’an de Elîzabeth hîn 25 salî bû hate ser text. Dema Elîzabeth I. hate ser text Ingilistan di aliyê olî de careke din dest guherand. Ingilistan di nava sîh salan de sê caran di warî olî de siyasetê dest guhert; Ingilistana Katolîk bi Henry VIII. re rojekê dibe protestan, piştre keça wî Mary protestaniyê bi dawî dike rayê dide psîkoposên Katolîk ên Romayê û dadgehên Engîzîsyonan tîne welêt û her dawî bi Elîzabet re welat dîsa vedigere protestaniyê. Elîzabeth weke jineke gelek jîr û bi aqil tê naskirin. Wê di jiyana xwe de ku 45 salan li ser desthilatdariyê ma de ti carî nezewicî loma jê re “Elîzabetha Bakîre” tê gotin. Ji ber gelek kesên dixwestin pê re bizewicin çavê wan ji wê zêdetir li text û desthildariyê bû, wê jî ev didît û dizanî. Belkî jî serpêhatiya diya wê jî bandoreke mezin lê kiribû, diya wê di encama evînekê de serê wê ji aliyê mêrekî ve hatibû jêkirin û di wê demê de jî bi mêran re hişmendiya serdest a mêr gelekî xurt bû. Wê xwe di warê manewî de bi welatê xwe re zewicî îlan kiribû. Ev rewşa wê ya ku ti carî ne zewicî hişt ku Elîzabeth di warê siyasî de di 45 salan de bi taybetî li Ingilistanê û li giştî cîhanê guhertinên mezin pêk bîne. Bê gûman divê neyê jibîrkirin ku di wê demê de hişmendiya mêr a serdest, şerker, talan, kuştin û mêtingeriyê serdest bû û derdora wê bi endamên konseyê yên vê hişmendiyê tijî bû. Elîzabeth di warê siyasî de bi tevî ku protestan bû, şêwirmendên berê yên zirxwîşka xwe yên katolîk ji wezîfeyê negirtibû û xwe ji helwestên ku di navbêra mezheban de şer derxe dûr dixist.

Hevserê zirxwîşka wê Qralê Spanyayê Felîpe piştî ku Mary mir, xwest bi Elîzabeth re bizewice, lê Elîzabeth ev daxwaza wî red kir. Li ser vê yekê Qral gelekî bi hêrs bû û ji bo bidest xistina Ingilistanê êrîş kir. Qral Felîpe Elîzabeth piçûk didît, lê İngilîzan di vî şerî de bi tevî hejmara xwe ya hindik jî serketin bidest xistin û hêzên deryayê yên Spanyayê têk birin. Spanya wê demê hêza herî mezin a emperyalîst û mêtînger a cîhanê bû. Ingilistan, bi taybetî li Emerîkaya Latîn, di bin navê hêzên taybet ên deryayê de hêzeke paramîlîter a çeteyan ango hêza Qorsanan ava kir. Bi van hêzan jî di deryayê de rê neda Spanyayê ku ‘dewlemendî’yên welatên mêtînger veguhezîne welatê xwe. Di dema Elîzabeth de Împaratoriya Brîtanya hate avakirin. Ji ber ku li her beşekî mezin ê cîhanê mêtingehên wê hebûn, jê re “împaratoriya ku roj li ser naçe ava” dihate binavkirin.

Kuştina Mary Stuart

Tê gotin ku di dema Elîzabeth (a yekemîn) de Ingilistan serdema xwe ya zêrîn jiya. Mînak William Shakespeare di vê demê de jiyaye. Ji ber dema ku di 1558’an de hate ser text Ingilistan yek ji welatê herî wêran û bê hêz ê cîhanê bû. Lê dema ku di 1603’an de mir, Ingilistan yek ji welatê herî xurt ê cîhanê bû. Hetta sedema esasî ku îro roj zimanê İngilîzî ji her welatî re bûye weke mecbûriyetekê ji ber wê ye.
Li ser jiyana wê gelek detayên din hene bê gûman. Lê eger mirov behsa bûyera Mary Stuart neke wê ev yek kêm bimîne. Me li jor behsa Mary’ekê kiribû lê Marya li vir keseke din e, Şahbanûya Îskoçyayê ye. Çîroka Mary Stuart gelek dirêj e lê emê hinekî bi kûrtî behs bikin; Mary Stuart neviya metka Elîzabeth bû, ango metika Elîzabeth pîrika Mary bû. Yanî ji binemaliya Tudoran bû ku malbata Elîzabeth jî ji wê binemaliyê ye. Ev yek dihişt ku Mary karibe di desthilatdariyê de heq bixwaze. Mary Stuart, di temenê ciwan de bi Prensê Fransayê François re zewicî bû. Piştî ku François mir vegeriyabû welatê xwe Îskoçyayê. Li wir di encama îsyaneke ji aliyê protestanan ve ji textê Îskoçyayê hatibû xistin û reviyabû Ingilistanê. Lê di dema xwe avêt Ingilistanê de Elîzabeth destpêkê wê hewand lê ji aliyekî ve jî wê ji bo desthilatdariyê weke xetereyekê didît. Loma wê di keleheke girtî de bi cîh kir. Lê Mary Stuart li wir, di keleha girtî de bi nameyan li amadekariya darbeyekê dikir. Piştre bi tewanbariyeke mezin hate darizandin û cezayê mirinê lê hate birrîn. Tê gotin ku Elîzabeth ev ceza erê nekiriye lê belê şêwirmendên wê kaxiza fermana înfaza Mary bi zanebûn xistine nav kaxizên rojane ku Elîzabeth mohr bike. Û li gorî dîroknasan Elîzabeth ev ferman bê zanebûn îmze kiriye. Her wiha bicîhanîna înfaza Mary Stuart jî gelekî trajîk ango gelekî bi êş çêbûye. Celladê ku serê wê jêke, bi zanebûn di dewsa darbeyekê de bi sê çar darbeyan înfaza dirêj kiriye.
Piştî Elîzabeth jî ji ber ku kesek ji binemaliya Tudoran neman, kurê Mary Stuart ku bi fermana Elîzabeth hatibû kuştin hate ser tex û bû Qralê Ingilistanê.