26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên civakî 33 ciwanên hatin qetilkirin bi bîr anîn

Malbatên 33 ciwanên sosyalist û rêxistinên civakî 33 ciwanên endamên SGDF’ê yên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin li ser gorên wan ew bi bîr anîn. Beriya bîranînê gel li Cemxaneya Gaziyê ya Stenbolê kom bû û bi sloganan heta Goristana Gazî ya Sûltangaziya Stenbolê meşiyan. Parlamenter û rêveberên HDP’ê nûnerên SGDF, ESP, MEBYA-DER, TUHAY-DER, TÎP û gelek rêxistinên civakî tev li bîranînê bûn. Endama Desteya Rêveber a SGDF’ê Hîvda Selen li ser goristanê axivî û diyar kir ku kesên hatine qetilkirin dixwestin piştgiriya gelê Kobanê bikin û pêlîstokan bibin ji zarokan re û wiha got: “Me bi hev re Kobanê parast, em ê bi hev re ava bikin. Me li wir gelek şehîd dan. Em li ser şopa wan şehîdan dimeşin. Kujerên APirsûsê, kujerên Denîz Poyrazê ne. Kesên ku qetlîama Sêwasê kirin berpirsên Qetlîam Garê ya Enqereyê ne.”

Amed 

Veysel Ozdemîr ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Malbata Ozdemîr, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye  Tosûn û Semra Guzel, rêxistinên HDP’ê yên Amed û navçeyên wê, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, TUHAY-DER’ê û Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) beşdarî bîranînê bûn.

Şirnex 

Li Cizîra Şirnexê jî rêveberên HDP û MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê Ûgûr Ozkan ê ku di qetlîamê de hatibû kuştin li ser gora wî bi bîr anîn. Xwişka wî Hatîce Ozkan jî di bîranînê de amade bû. Hatîce Ozkan anî ziman ku polîsan destûr nedaye ku tevî wêneyê bi çarçove têkeve goristanê û wiha got: “Ez tedawiya kemoterapî dibînim ligel ku min ev tişt got jî ez asteng kirim. Birayê min ji min stendine, hê çi dixwazin.”