4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên pîşeyî piştgirî dan Emîne Şenyaşar

Emîne Şenyaşar di roja 81’emîn de nobeta xwe berdewam kir. Îro gelek rêxistinên pîşeyî yên ji bajarên cuda hatin Enqereyê û piştgirî dan Şenyaşar.

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di êrişê de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetikirin li Enqereyê di roja 81’an de li ber Wezareta Dadê didome.

Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar bi hev re nobet girtin. Endamên Şaxên Odeyên Avahîsazan ên Amed, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Wan û Rihayê, Şaxên Odeya Endezyarên Nexşeyê yên Amed, Mêrdîn, Riha û Çewligê û Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê serdana nobetê kirin.

 Wezîr deriyê xwe li Edaletê girtiye

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar ê ji ber piştgiriya wan spasiyên xwe pêşkeşî endamên şaxê kirin got: “Em mafdar in û daxwaza me edalet e. Sê mirovên me li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin. Qeydên kameraya ewlehiyê yên nexweşxaneyê di arşîva dewletê de ye û radestî dadgehê nehatiye kirin. Dayê 81 roj in li ber Wezareta Dadê ye. Cihê niha em lê deriyê bingehîn ê wezaretê ye û dema dayik hate çalakiyê deriyê ketine jî di nav de her 3 derî jî tên girtin. Ev jî nîşan dide ku Wezareta Dadê çiqas pasif û di rewşeke aciz de ye. Dema derket pêşberî medyayê jî ji bilî qehremaniyê behsa tiştekî din nake. Em mafdar in û em ê edaletê bi piştevaniyê pêk bînin.” Dayik Şenyaşar, piştî nobetê li gel lawê xwe Ferît Şenyaşar derbasî Meclisê bû.

Sevînç Çakir ku kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşarê bi bandor bû û li ber wezareta dadê dest bi çalakiyê kiribû. Sevînçê di roja 7’an de çalakiya xwe domand.

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir.