spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 21 -Ji Aliyê Peyvsaziyê ve Lêker II

Pêşgirên Lêkersaz

Dema ku qertafên pêşgir ên lêkersaz têne ber lêkerên xwerû û pêkhatî, wateya wan a berê ji holê radikin; lêkerên nû çêdikin û wateyeke nû li wan bar dikin. Pêşgirên ku lêkeran saz dikin ev in: “ba-, da-, hil-, ra-, rû-, ve-, çê-, wer-“.

Ba-: Ev qertaf wateya bizavekê dide lêkeran.

Mînak:

Reşo simbêlên xwe badan.

Me ji wan bawer nekir.

Xaltiyê bi teşiyê rîsê xwe bada.

Bistên hêsin li hev baketin.

Da-: Ev pêşgir wateya bizavekê ber bi jêr ve dide lêkeran.

Mînak:

Memo ji ser darê daket.

Qulingî mar daqurtand.

Pelên sevan daweşiyan

Dijminan welatê me dagirt.

Hil-: Ev pêşgir wateya bizavekê ji jêr ber bi jor ve dide lêkeran.

Mînak:

Zînê birayê xwe hilgirtiye.

Hilweşîna cihanê bi şerê sêyemîn e.

Ez ê namzetên partiya xwe hilbijêrim.

Egîd hilpekiya serê çiya

Ra-: Ev pêşgir bi piranî tevgerên ji jêr ber bi jor û ji jor ber bi jêr bi hev re ango bêhêl dide lêkeran

Mînak:

Mirîşk hê êvare radizên.

Heval rakişiyan çiyê.

Ragirtina maf û azadiyê karê serdestan e.

Cotkar di ber cotî de radiwestin.

Ve-: Ev pêşgir tevgera dubarebûnê û jihevbûnê dide lêkeran.

Mînak:

Meta min ji min re çîrok vegotin.

Karkeran hêzên xwe veguhertin.

Bi hemû germahiya meha adarê çaya xwe vexwar.

Gundiyan çirayên xwe vemirandin.

Wer-: Ev pêşgir wateya bizavekê ber bi hêlekê ve lezgîntir dide lêkeran.

Mînak:

Aşpêj avê li qûşxaneyê werdide.

Karkeran destheqên xwe wergirtin.

Çavreş werîsê xwe werpêçand.

Raperînê kincên xwe wergirtin

Lêkerên Bidaçek

Lêkerên bi daçek bi alîkariya daçek û cînavkên lihevxistî û kurtkirî yên mîna “pê, tê, jê, lê” pêk tên. Ev cînavk çendî ku di bingeha xwe de cînavkên lihevxistîne jî, lê ew wekî qertafên lêkersaz têne bikaranîn û lêkerên nû çêdikin.

Mînak:

Bi – wî/wê =bê =

Di – wî/wê = dê =

Ji – wî/wê =

Li – wî/wê =

Mînakên wan

Pê: pêketin, pêxistin, pêvedan, pêzanîn, pêkanîn, pêvekirin, pêhisîn…

Mînak:

Me li gund agirê newrozê bi êzingan xist.

Me li gund agirê newrozê xist.(peyva “” hatiye dêlve “bi êzingan”)

Marî bi pisîkê veda.

Marî veda.(peyva “pê” hatiye dêlve “bi pisîkê”)

Piştî gotina one minute em pir bi wî keniyan

Piştî gotina one minute em pir keniyan.(peyva “” hatiye dêlve “bi wî”)

: têdan, têgihiştin, têvedan, têkilîn…

Sêvê ava firingiyan di nanê xwe da.

Sêvê ava firingiyan tê da.(peyva “tê” hatiye dêlve “di nanê xwe”)

Em gihiştin ku zimanê kurdî pir xweş e.

: jêkirin, jêbûn, jêhezkirin, jêvebûn

Evînê kiras ji Delalê kir.

Evînê kiras kir.(peyva “jê” hatiye dêlve “ji Delalê “)

Ew gul bûye, kê ew kiriye.

: lêdan, lêxistin, lêborîn, lêvedan, lêkolîn…

Ji bo rizgariya gelê xwe li dijmin dan.

Ji bo rizgariya gelê xwe dan.(peyva “lê” hatiye dêlve “li dijmin”)

Me dibistanek kir.

Dermanên Loqman Hekîm hatin.