4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civana Jinan – Dengê Nûdem Dûrak

Ev demeke ku di rojeva Bakur û ya gelek hunermendên cîhanê de stranbeja kurd Nûdem Dûrak heye. Divê ku piştî piştgiriya Roger Watersê solîstê Pînk Floydê heta gelek kesên navdar ên wek Noam Chomsky, Lîstîkvan Mark Rufallo û hwd ketibe rojeva me gelekan. Lê  Nûdem ji sala 2015’an ve di girtîgehê de ye.

Belê bînerê hêja me jî xwest bi kurtasî be jî qala vê stranbêja kurd a ku bi awayekî bêhiqûqî li girtîgehên Tirkiyeyê de tê girtin, bikin. Nûdem ji ber çi hatibû girtin? Bersiva vê pirsê hema bêjin di girtina hemû kurdan de li holê ye. Li Tirkiyeyê bi destpêkirina pergala netew-dewletiyê polîtîkayên tunnekirin, ji holêrakirin û hwd ketin meriyetê.

Bi salana ku her çiqas li Tirkiyeyê gelek hikûmet bi nav û îdeolojiyên cuda yên wek kemalizm, muhafazekar, îslamî û hwd bên bi navkiriin jî nêzîkatiyên wan ên li hemberî kurdan hertim yek bûn, wek hevbûn û heta îro jî di nav heman nêzîkatiyan de ne. Ji rojnameger, siyasetmedar, xwendevanan heta mele, aktivîst û hunermendên kurdan hema bêje di girtîgehan de ne. Nûdem Durak jî yek ji van kesane ku ji sala 2015’an ve di girtîgehê de ye. Bi kurtahî be jî em ê ji we re behsa çîroka Nûdemê bikin. Stranbêj Nûdem Durak ji Dêrgûla Şirnexê ye. Di nav malbateke dengbêj a ku Ji dapîr û  bapîr heta bav û bira dengbêj in, tê dine. Nûdem jî hêza xwe ya herî mezin ji malbata xwe digre û berê xwe dide stranbêjiyê. Di awazên xwe de êş, zahmetî û zordariya li ser gelê kurd anî ziman û tenê ji ber awazên bi kurdî distira hat girtin û bi salane wek bi hezaran kurdên di girtîgehan de li ber xwe dide.

Pêvajoya girtina Nûdemê di sala 2012’an de ji ber ku bi kurdî stran gotin, cara ewilî tê girtin.Nûdem piştî salekê hat berdan û piştî demeke kurt bi heman hincetê dîsa hat girtin û vê carê jî 9 mehan di girtîgehê de ma. Piştî hat berdan dev ji mûzîkê bernade û li Navenda Çanda Mem û Zîn a Şaredariya Cizîrê dest bi mamostetiya erbanê kir. Di sala 2015’an dîsa bi hinceta “bi kurdî stran gotiye” hat girtin û di du dozên cuda de 19 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Nûdem a ku ev 7 sal in di Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê de dîl e, bi gelek nexweşiyên wek guatra bi jehrî, helandina hestî re rû bir û maye. Nûdem divê ji ber guatra bi jehrî bi awayekî lezgînî emeliyat bibe lê ji ber tirsa dê dengê xwe wunda bike xwe ji emeliyatê dur dixe. Nûdem ligel şert û mercên giran ên li girtîgehê hunera xwe di neqebeyna çar dîwaran de didomîne. Demek berê enstrûmana ku ji Nûdemê re hatibû şandin ji aliyê îdareyê ve hatibû şikandin. Li ser vê yekê jî gelek hunermendên bi nav û deng ên cîhanê bi kampanyeya FreeNudemê bal kişandin ser azadiya Nûdemê. Her wiha bal kişandin ser bêqanunî û niheqiya li ser kurdan jî. Navenda kampanyaya ji bo Durak li Fransayê bi awayekî navneteweyî tê birêvebirin. Di çerçoveya vê kampanyayê de li Fransa, Ingilistan, DYE, Swêd, Senegal, Fas, Cezayir, Tûnis û gelek welatan dengê piştevaniyê bilind bû.