26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja nan û gulê, şer û şahiyê

Mirov dikare têkiliya yekser û rasterast a di navbera têgehên wek “bindestî, tekoşîn, serkeftin û şahiyê” di gelek bûyerên dîrokî de bibîne. Ger mirov bi awayekî mantiqî li van têgehan û rêzbûna wan a dîrokî binihêre, pêvajoyeke sîstematîk derdikeve pêşberî me: ango li dijî bindestiyê têkoşîn tê meşandin û di dawiyê de serkeftin tê pîrozkirin. Lê em bi taybetî ji dîroka xwe ya kurdan jî dizanin ku ev yek wisa ne hêsan e û li gorî rêzê nameşe. Di navbera van têgehan de têkiliyeke tevlihev heye, her tim li gorî rêzê nameşin, carinan çend xal bi hev re derdikevin qadê, an jî berevajî tên jiyîn an jî hin jê nabin mijar.

Ligel vê hin roj hene ku ev her çar têgeh bi carekê ve û bi hev re dikevin rojeva mirovan. Roja 8’ê Adarê jî rojeke bi vî rengî ye. Çar demsal di rojekê de tên jiyîn. Ev rewş bandora xwe li daxuyanî û amadekariyan jî dike. Daxuyanî bi pênasekirina êrîşan dest pê dikin, bi têkoşîna li dijî bindestiyê berdewam dikin, serkeftinên heyî binxêz dikin û di dawiya daxuyaniyê de vê rojê li hemû jinan û zayendên bindest pîroz dikin. Em binêrin li qadan jî rewş ne cuda ye: Li hêlekê ve bi şahî û coşê 8’ê Adarê tê pîrozkirin, li hêla din êrîş li ser jinan tên kirin, li dijî vê jin natirsin, serî natewînin, xwe diparêzin; dawiya rojê em bi wêneyên ji her têgehî, 8’ê Adara salê bi dawî dikin.

Ji bo bernameya radyoyekê ku dê roja 8’ê Adarê weşaneke taybet ji bo roja jinan çêbike, ji guhdaran hat xwestin ku wateya 8’ê Adarê –berê û niha- ji bo xwe pênase bikin. Jineke ciwan di bersiva xwe de gotibû; “Diya min roja 8’ê Adarê gul wek diyarî digirt, herhal wek spasî ji bo koledariya xwe. Lê bo min roja 8’ê Adarê roja şer, hêrs û tekoşînê ye.”

Ligel wateya xwe ya berevajîkirî “gul” di sedsala 20’an de ji bo jinên têkoşer bi wateya li dijî mêtingeriyê dihat bikaranîn. Tevgera jinên karker û sendîkavan bi dirûşma “jinên karker nan jî dixwazin gulê jî!” derketibûn qadan û ji bo destheqeke wekhev (nan) û jiyaneke birûmet (gul) têkoşiyan. Ji sala 1912’an vir ve ye dirûşma “em nan jî dixwazin gulê jî” ji hêla tevgera jinên karker ve wek sirûda 8’ê Adarê tê pejirandin. Bêguman jinên kedkar “gul û nan” ji kesî nedixwestin. Jiyaneke wekhev û birûmet mafê wan bû û ji bo jiyaneke bi vî awayî têdikoşiyan.

Lê piştre “gul” ji hêla serdestan ve bi fêlbazî û wek pêçeka durûtiya serdestan/mêran ku qaşo evîndarî û spasdariyê temsîl dike, bû alava kapîtalîzmê. Gul bû sembola “tu yan a min î, yan jî ya axê!” Di destê kujer, serdest û mêtingeran de xwîn êdî ji pelên wê dirijiyan. Her wiha nan hîn jî di devê şêr de ye û bi taybetî ji bo jinan têkoşîna li dijî kapîtalîzmê ku jinan wek çîna qada herî binî dibîne û li keda wê dimije, sembolîze dike.

Di berevajîkirin û pûçikirina wateya nirxên mirovahiyê de, ji serdestan hostetir kes tune ye. Lewma jî 8’ê Adarê ji bo jinan û zayendên bindest di heman demê de roja xwedîderketina li nirxên xwe ye. Ji ber vê yekê ye ku jin bi gul û nanê xwe yê di tûrikê xwe de derdikevin qadan û beyî ku wan ji serdestan/mêran bixwazin, li hev par dikin. Hemû derewan aşkera dikin: Evîna ku dikuje binpê dikin, dewleta bavik û mêtinger teşhîr dikin, bedena xwe ya dorpêçkirî azad dikin, malbata kujer red dikin, rengên qedexe li esman bilind dikin.

Teşhîrkirina pergala baviksalar û li nirxên ku hatine berevajîkirin ji nû ve xwedîderketin bêguman dilêriyeke mezin divê û ev yek ji hêla jinan û rêxistinên wan ve di asteke bilind de tê pratîzekirin. 8’ê Adarê lûtkeya vê xuyabûn û xuyakirinê sembolîze dike. Ji ber vê yekê ye ku çiqas asta teşhîrê û xwedîderketinê bilind dibe, beramberî vê asta êrîşan jî ewqas bilindtir dibe. Bi ser de vê têşhîr û tekoşînê bi coş û şahî bi pêş xistin, bi al û kincên kesk û sor û zer, bi rengên keskesorê, bi muzîk û stranan pêşwazî kirin û li hemberî sînorên zayendperestiyê meydan xwendin efendiyên şerên reş û tarî yekcar çavsor dike.

Ya ku 8’ê Adarê bi serkeftinê sertac dike û efendiyan dilerizîne jî piştgiriya bêsînor a jinan û zayendên bindest û her wiha hevkariya tekoşînên cuda ye. Ev yek e ku tekoşîna tevgerên jinan niha wek tekoşîna herî xurt û çalak a li seranserê cîhanê pênase dike.

Em jin ji dîroka ku ji me hatiye dizîn jî pir tişt hîn bûn. Me têkoşîna xwe bilindtir kir. Me serî li ber serdestî û mêtingeriyê netewand. Me dek û dolabên wan li wan vegerandin. Nirxên xwe ji destên wan girtin. Em niha doza qadan, kuçe û kolanan dikin. Roja 8’ê Adarê temsîla têkoşîna bi vî rengî dike. Em êdî ne ji nan û gula xwe, ne jî ji şer û şahiya xwe gav paşde navêjin. Roja 8’ê Adarê, roja li dijî bindestiyê, roja têkoşîn, serkeftin û şahiyê li me pîroz be.