28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Bûlût xwest rêxistinên mafan li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin

Edîtorê rojnameya me Zeynel Bûlût ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Amedê tê ragirtin, li dijî hewldanên “provakatîf” ên midûrê nû yê girtîgehê bang li Baroya Amedê, OHD û ÎHD’ê kir ku bi peywira xwe rabin.

Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Amedê roj bi roj zêdetir dibin. Xizmên 12 girtiyên li girtîgehê tên ragirtin, bi sedemên binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, di 20’ê hezîranê de serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê dabûn û piştgiriya hiqûqî daxwaz kiribûn. Edîtorê rojnameya me Zeynel Bulut ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Amedê tê ragirtin, der barê mijarê de li ser navê girtiyan nameyek şand û zextên midûrê girtîgehê yên nû vegot.

Bûlût, da zanîn ku girtîgeha tê de dimînin ev 3 sal in ketiye fealiyetê û bi tayînkirina midûrê yekemîn ê nû Halît Serdar Bîçer re Girtîgeha Tîpa F a Hajmar 2 ya Amedê veguheriye navenda îşkencexaneyê û der barê mijarê de ev agahî dan: “Midûr Bîçer, sepanên xwe yên keyfî li girtî û hikûmxwaran ferz dike û bi vê yekê re ne tenê binpêkirinên mafan, her wiha bi tevger û nêzikatiyê xwe rê li ber pirsgirêkan vedike û bingeha provokasyonan amade dike. Hinek ji van ev in; di hejmartina serê sibehê de li gel personelên saziyê dikeve odeyan û xwe têkilî alavên, cil û bergên hevalan dike. Bi ûslûbê xwe provakatoriyê dike. Amûrên teknîkî, cihê pêlavan, setilên avê, îskan û hwd. ên me ji kantînê kirine di dema hejmartinê de bi personelan dide komkirin an jî piştre pê dide komkirin. Ev nêzîkatî jî me û personelan rû bi rû dihêle. Rê li ber provakasyonan vedike.”

Bi DAIŞ’iyan re derdixin hevdîtinê

Ji bo binpêkirinên dema hevdîtinê Bûlût, destnîşan kir ku DAIŞ’î û endamên rêxistinên sûcên biorganîzeyî li korîdorên wan hatine bicihkirin û wiha pê de çû: “Îcar wekî ku ev jî têr nekiribe, di dema hevdîtinên bi malbatan re de girtiyên siyasî û van çeteyan bi hev re derdixîne hevdîtinê. Di heman wextê de, li ode û kabînên rex hev hevdîtin tên kirin. Her wiha dema heval ji korîdorê re derbas dibin, silav didin hev û bi destê hev digirin. Lê vî midûrê nû ev jî qedexe kiriye.”

Girtiyên nexweş

Bûlût, têkildarî rewşa girtiyên nexweş jî ev tişt anîn ziman: “Hevalên me ji bo ku derkevin revîrê û ji hêla bijîşkan ve bên tedawîkirin, bi hefteyan li bendê disekinin. Lê hevalên me yan dernaxînin revîrê û yan jî heke derkevin jî bijîşk dermanên ew dixwazin nanivîsinin. Dema ev mexdûriyet ji midûr re tê gotin, dibêje; ‘li derve mirov bi mehan nikarin randevûyê bigirin.’ Bi van gotinan xwe diparêze û dibe sedem ku hevalên me êş bikişînin û nexweşiya wan giran bibe.”

Îşkenceyên li girtîgehê

Di berdewamê de Bûlût, bi lêv kir ku li girtîgehê bi dehan binpêkirinên mafan çêdibin û ji ber nêzikatiyên midûrê nû, jiyana li girtîgehê veguheriye îşkenceyê û wiha pêde çû: “Di nava rojê de bi saetan av nayê dayîn, xwarinên nebaş, xwarinên bêkalorî û kêm, firotina tiştên ne bi qelîte û biha yên li kantînê, li ser fermana midûrê yekemîn re komkirina qawîşan û hwd. Ev çendek pirsgirêkên li girtîgehê ne. Her wiha lêgerîna tazî û derbasbûna qawîşên bêaliyan li girtiyên nû tê ferzkirn. Têkildarî van binpêkirinan me bi dehan caran li Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê gilî kir. Lê heta niha jî tu pêşketinek çênebû. Berevajî vê; midûrê yekemîn Halît Serdar Bîçer di van demên dawî de rê li ber provakasyonên mezin vedike û ev yek fikaran di serê me de çêdike.”

Banga li rêxistinên hiqûqî

Bûlût, got ku midûrê girtîgehê hewl dide bi rola Esat Oktay rabe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em van sepanên keyfî, îşkence, binpêkirin û helwestên provakatîf ên midûrê girtîgehê bi raya giştî re parve dikin. Banga me ji bo hemû parastvanên mafên mirovan, ÎHD, OHD û bi taybet jî ji bo Baroya Amedê ew e ku li dijî vê derhiqûqtî û îşkenceyê bi peywira xwe rabin.”