spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan xeyala Nagihan Akarsel li Silêmaniyê bir serî

Jinên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê li Silêmaniyê gihîştin hev, xeyalaya Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel birin serî û Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd vekirin.

Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê kar û xebatên xwe yên ji bo jinan dimeşand, di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li heman bajarî bi êrîşeke çekdarî hat kuştin. Beriya kuştina xwe Akarsal ji bo avakirina Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê dixebitî. Ji başûr, bakur, rojava, rojhilatê Kurdistanê, Şengal, Almanya û Spanyayê nêzî 300 jin li bajarê Silêmaniyê ku Akarsal lê hatibû kuştin li hev kom bûn û xeyala wê birin serî û Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd vekirin.

Di merasîma vekirina pirtûkxaneyê de Endama Lijneya Rêvebera Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd Gulan Bextiyar axivî. Di destpêka axaftina xwe de Bextiyar jinên kedkar û beşdarên merasîmê silav kir û ev tişt got: “Em dizanin ku berprisiyariya me berpirsyariyeke giran e. Lê em hay jê hene ku şert û merc çi dibin bila bibin berxwedan peywirek e. Berxwedana hem peywireke exlaqî û wijdanî ye hem jî helwesteke hişmendî ye. Ji bo serketina demokrasiyê em hewl didin vê peywira xwe bi cih bînin.”

Di berdewama axaftina xwe de Baxtiyar, destnîşan kir ku xwedîderketina li afirandin û rengên jinan û parastina vê navenda bîrê gelekî girîng e û bi van gotinan spasiya hemû beşdarên merasîmê kir: “Lewma em malavayiya hemû dost û mêvanên xwe yên ku îro hatine vir dikin.”

Di merasîmê de sînevîzyona li ser xebatên Nagihan Akarsel ên ji bo pirtûkxaneyê hatin nîşandan. Piştî sînevîzyonê komeke muzîkê ya jinên başûrî derket ser dikê. Piştî konserê, dîmenên jinên li Ewropayê yên nikaribûn tev li bernameyê bibin hatin nîşandan.

Merasîm bi stranên hunermenda rojhilatî Jîna Sakizê bi dawî bû.

Di merasîmê de dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin.