3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Waliyê Şirnexê germavên Elkê û Basayê da ber firotinê

Walîtiya Şirnexê, germavên li navçeyên Elkê û Basayê pereyekê mezin li wan hatibû cerxkirin da ber firotinê.

Li navçeyên Elkê û Basa yên Şirnexê germavên bi navê Zumrut û Balkis Ana hene. Ajansa Geşepêdanê ya Dîcleyê (DÎKA), Şaredariya Elkê û Îdareya Taybet a Bajar a Şirnexê, ji bo germava Zumrût a li gundê Germavê yê navçeya Elkê beriya niha projeyeke amade kiribûn û 4 milyon û 620 milyon TL li germavê xerc kiribûn. Lê ji ber ku şaredarî hawirdora germavê bi rêk û pêk nekiriye proje hê jî nehatiye xelaskirin.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, Walîtiya Şirnexê, germava Zumrutê ya li navçeya Elkê ku hê jî projeya wê ya sererastkirinê nehatiye qedandin û germavên Balkis Ana yên li navçeya Basayê dane ber firotinê. Wê Walîtî di 11’ê tîrmehê de germavan bi 10 milyon û 249 milyon TL’an derxe îhaleyê.