spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vê carê jî berê Erdogan li Hewlerê ye

Ji bo bazarên nû li bendê ye ku di rojên pêş de Erdogan serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Hefteya borî, di roja ku Tirkiye Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma kir hedef û ew kuştin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Enqerê kiribû.

Barzanî di serdana xwe de bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin kirin. Piştî vê serdanê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, bi awayekî balkêş destnîşan kiribû ku wê bi serdana Barzanî di şerê li dijî PKK’ê de tiştên baş bên kirin.

Piştî serdana Barzanî û van peyamên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve der barê serdanê de hatin dayîn ji aliyê televizyona NRT’ê ya nêzî Serokê Tevgera Nifşa Nû Şasiwar Abdulwahid ve agahiyeke balkêş hat parvekirin.

Di 24’ê hezîranê de Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Omer Berzencî, ji televîzyonê re axivî û agahî da ku wê di demeke nêz de Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê bike. Berzencî, bêyî ku derbarê serdana Erdogan de dîro bide, destnîşan kir ku wê mijara serdana Erdogan hinardekirina petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê be.

Erdogan herî dawî di adara 2011’an de serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Her çiqas Berzencî angaşt bike ku serdana Erdogan ji bo petrolê ye jî piştî demeke dirêj serdana Erdogan ne ji bo xêrê ye. Lewre di bin navê petrolê de weke ku Yaşar Guler jî destnîşan kiribû wê li ser şerê li dijî PKK’ê bê rawestandin û plansaziyeke nû ji PDK’ê bê xwestin.