Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Hawarê (HAWAR), li navçeya Şêrawa ya Efrîinê, endamên koma paramîlîter a dewlet tirk ′Feyleq El Şam′ welatiyê bi navê Ehmed Xelîl Elo yê ji gundê Beiyê yê navçeya Şêrawa revandine û agir berdane darên zeytûnan û erdên çandiniyê yên gundên Kibêşînê.
Hat hînbûn ku koma paramîlîter piştî ku revandine Ehmed Elo birine girtîgeha li gundê Îska yê girêdayî heman navçeyê û çarenûsa wî ne diyar e.