21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand

Rojnameger Zeynel Bûlût ku di meha hezîranê de bi 15 hevalên xwe yên rojnameger re hatibû girtin, zilma li dijî girtiyên nexweş a li Girtîgeha Hejmar a 2 ya Amedê ragihand û got ku revîr ji girtiyên nexweş luks tê dîtin.

Li girtîgehên dewleta tirk ên li bakurê Kurdistanê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên nexweş derketine asta herî jor. Girtî ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin û pirsên wan ên der barê van binpêkirinan de ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve bêbersiv tên hiştin. Herî zêde jî binpêkirinên mafan di warê tenduristiyê de tên jiyîn û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin.

Yek ji van girtîgehên ku binpêkirinên mafan li wan zêde ne Girtîgeha Hejmar a 2 ya Amedê ye. Edîtorê rojnameya me Zeynel Bûlût ku di 16’ê hezîranê de midurê karê nivîsan ê rojnameya me Mehmet Alî Ertaş jî di nav de bi 15 hevalên xwe yên rojnameger re hatibû girtin, bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmar a 2 ya Amedê yên li dijî girtiyên nexweş ragihand.

Derketina revîrê weke luks tê dîtin

Rojnameger Bûlût, da zanîn ku polîtîkayên ku ji aliyê dewleta tirk ve li girtîgehan tê meşandin hatiye asta sûcê mirovahiyê û got ku di hêla tenduristiyê de girtiyên nexweş gelek pirsgirêkan dijîn. Bûlût, diyar kir ku derketina revîrê û mieyneya dixtor ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve wekî luks tê dîtin û di nav hefteyê de tenê 2 saetan xizmeta tenduristiye tê dayin û bi mehan dor nayê girtiyên nexweş ku derkevin revîrê û mieyne bibin.

Her wiha Bûlût, di dawiya nameya xwe de bal kişand ser pirsgirêka ceyranê ya ew pê re rû bi rû ne û da zanîn ku bi awayekî gelek biha heqê ceyranê li wan tê birîn û xwest ku ev neheqiya li dijî wan wan bê çareserkirin.

Nameya der barê mijarê de

Nameyan Bûlût a der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de bi kurtayî wiha ye.

“Hevalno wekî ku hûn jî dizanin polîtîkayên taybet ên li ser zindanan tên meşandin hatiye asta herî jor a sûcê mirovahî. Li aliyekî polîtîkaya tecrît û îzolasyonê, li aliyê din gav bi gav dehfdana ber bi mirinê. Li gel şert û mercên xirab ên li zindanan ku rê li ber gelek nexweşiyên kronîk û derbas nabin vedikin, nêzîkatiyeke dijmirovî û bê wijdanî jî dijî girtî û hikumxwaran pêş dikeve. Li gorî derfet û lêkolînên ku me kir hema bêjin li tevahiya zindanan heman polîtîka tên meşandin. Li 17 girtîgehên ku hevalên me lê dimînin ku me pirsî li hemûyan jî di warê tenduristiyê de binpêkirinên mafan gihîştiye lûtkeyê. Derketina revîrê û muayneya dixtor ji aliyê rêveberiyê ve wekî luks tê dîtin.

Zindana ku em lê girtîne û yên din ji bo girtiyên nexweş ji mafê tenduristiyê sûd nayê wernegirin û neyên dermankirin, her cure polîtîkayê dixe meriyetê. Wekî mînak, di nav hefteyê de tenê 2 saetan xizmeta tenduristiye tê dayin. Bi sedan girtiyên nexweş hene ku bi mehan dor nayê wan ku derkevin revîrê û mieyne bibin. Dema ku rewş wiha be, ew nexweşîna peyda dibe ji demekê şûn de vediguhere nexweşîneke kronîk û rê li ber texrîbatên li ser laş vedike. Her wiha dibe sedem ku ev nexweşîn mirovekî girtî gav bi gav ber bi mirinê ve bibe. Daneyên ÎHD’ê yên 10 mehên dawî ku 63 girtî di zindanê de jiyana xwe ji dest dane piştrastkirina herî şênber a van polîtîkayan e.

Bersiva sosret

Dema em vê mijarê tînin rojevê û ji berpirsan dipirsin bersiva wan ev e: “Her kes dixwaze derkeve revîrê” Bersiveke Sosret. Heke kesekî ne nexweş be, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tune bin çima bixwaze derkeve revîrê û mieyne bibe? Bi rastî jî hatiye asta bi zorê, mirov bi êş û jana ku dikişîne dijî. Her wiha yên ku derdikevin jî bi gelemperî bêyî ku xetereyek bê xwestin, mieyneke esasî bê kirin an jî ji bo fêhmkirina nexweşiyê sewqî nexweşxaneyê bê kirin dermanê êşbirê tê nivîsîn û bi serserî tevdigerin, ji ser serê xwe diavêjin! Lewma jî bi hezaran girtiyên nexweş ji ber vê nêzîkatî û van polîtîkayên dijmirovî îro li zindanan terkî mirinê hatine kirin.

Ev pêkanînên ku em pê rû bi rû dimînin bingeha xwe ji nêzîkatiya dijminane û hestên faşîzan digire. Ji wijdan ehlaq û hiqûqa ku mafê mirovan diparêze gelekî bêpar e. Rêveneriya zindanê bi kêfî tevdigere. Zindanê weke labaratûarekê dixebitînin û bi jiyana mirovan dilêyîzin. Ev tiştên ku ez dibêjim ji hîs û westan wêdetir e. Rast e rast tiştên ku diqewimin, çavderî û bi xwe jî rû bi rû mam. Lewma jî me xwest ev pirsgirêkên heyî bi we hevalên hêja û rayagiştî re parve bikim.

Pirsgirêka Ceyranê

Hevalno mijareke din jî ew e ku demek berê jî me parve kiribû pirsgirêka ceyranê ye. Li gel ku bi dehan caran hevalên me îtîrazî vê rewşê kirine û di warê hiqûqî de ketine nav hewldanan jî heta niha tu encamek nehatiye bidestxistin. Pirsgirêk ev e: “Li tevahiya zindanan elektirîka ku tê mizextkirin (xerckirin) heqê wê ji girtiyan tê birîn. Ev bi xwe derhiqûqî ye. Lê ya sosret jî ew e ku bihayê bikaranîna ceyrana weke ya pîşesaziyê tê birîn. Ceyran ji sedî 50’î zem bûye. Em sê kes li qawişekê dimînin û tenê ketilekî me heye, vê mehê 546.04 TL heqê ceyranê ji me re hat. Hesap bikin li sedan zindanan bi 10 hezaran qawiş hene. Ev rast e rast mêtîngeriyeke, polîtîkayeke dijhiqûqî ye. Bi taybetî jî ji bo kesên girtî ev bê hiqûqiyek mezin e. Dewlet bi tu awayî nikare heqê tiştekî jê bixwaze û neçare ku hemû pêdivîyên girtî yên jiyanî bi cih bîne. Lê mixabin îro li tevahiyê zindanan em girtî bi polîtîkayek wiha der hiqûqî re rû bi rû dimînin.

Li gel îtiraz û serlêdanên hiqûqî, rojev bûna vê pirsgirêkê û ketina raya giştî dê ji bo encam girtinê gelekî girîng be. Lewma jî hûn hevalên hêja û kedkarên çapemeniya azad têxin rojeva xwe û bi parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan bidin şîrovwekirin dê gelek baş be.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê