28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerê girtî Orûç ji ber şertên girtîgehê nexweş ket

Rojnameger Mehmet Şah Orûç ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin, ji ber şertên girtîgehê rewşa wî ne baş bû û ew rakirin Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê.

Rojnameger Mehmet Şah Orûç ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 27’ê nîsanê de hatibû girtin, di 12’ê tebaxê de ji ber şertên girtîgehê û germa zêde rewşa wî ne baş bû. Orûç ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragiritin, destpêkê ew rakirina revîra girtîgehê. Piştî ku ew tînin qawişê jî rewşa wî giran dibe û piştre ber destê sibehê ew radikin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Orûç liv ir 2 rojan tedawî dibîne û piştre careke din dibin girtîgehê. Hat diyarkirin ku rewşa wî niha baş e.

Kekê Orûç derûnas Recep Orûç, der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev agahî dan: “Ji ber şertên girtîgehan bi girtiyan re nexweşî çêdibin. Li girtîgehan di hêla xwedîbûn, ava paqiş û hewayê de pirsgirêk hene û ji ber van pirsgirêkan bi girtiyan re nexweşî çêdibin. Bi van şertan re di demên dawîn de germa awarte jî heye. Ev jî li ser tenduristiya mirovan pirsgirêk mezin çêdike. Mehşah di 14’ê tebaxê de birîn girtîgehê û herî dawî ez jî roja duşemê çûm hevdîtinê rewşa wî baş bû û silavên wî hebûn.”

Danişîna Orûç di 14’ê îlonê de ye

Doznameya ku  der barê Orûç de hatibû amadekirin, bi biryara “nerayetiyê” ji Amedê ji Bedlîsê re hat şandin. Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Bedlîsê, doznameya hatibû amadekirin qebûl kir û dîroka danişînê weke 14’ê îlonê diyar kir. Di doznameya ku ji 65 rûpelan pêk tê de Orûç bi 35 nûçe ûı parvekirinên xwe yên li ser medya dijital tê sûcdarkirin.