28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitiya Parêzeran: Rakirina tecrîdê erka yekîtiyê ye

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya duyemîn bi dawî kir

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya duyemîn bi dawî kir. Hevserokatiya yekitiyê, endamên komîteya çavdêriyê û malî, komîteya disîplînê hilbijartin û gelek biryarên din stendin.

Kongreya 2`yemîn a Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 72 delegeyan bi dirûşma “Parêzerî peyamek e, bingeha wê tekeskirina nirxên civaka xwezayî ye” dest pê kiribû.

Di roja duyemîn a kongreyê de nîqaşên der barê rewşa rêxistinî de berdewam kirin û hin pêşniyarên beşdaran hatin erêkirin. Dûre hevserokatiya yekitiyê, endamên komîteya çavdêriyê, komîteya malî û endamên displînê hatin hilbijartin.

Bi dengdayînê de Beşîre Îsmaîl Cemaludîn û Enwer El Seir bûn hevserokên yekitiyê, Şahîn Elî, Ehlam El Salih, Xalid Omer, Xalid Nezal, Fedil El Qedîr, Selah Ebdo, Raid Esed, Xifran Xelef, Yunis Xelîl, Celal Miho bûn endamên komîteya displînê.

Mihemed Hesî, Îbrahîm Maşî, Ebdurehman Selmo, Xedîce El Bedewî, Mislet El Yusif bûn endamên komîteya çavdêriya malî.

Kesên hatine hilbijartin sond xwarin. Bi wê re, kongre bi stendina gelek biryaran bi dawî bû. Biryarên hatin girtin wiha ne:

“Em dizanin ku êşên gelê me û dorpêça li ser herêmê bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ve girîdayî ne. Ji ber wê ji erka yekitiyê ye ku tecrîdê bidawî bike û ji bo wê xebat bike.

Ji ber ku tevahî parêzerên li herêmê, xwe bi parêzerê Rêber Abdullah Ocalan navandin, divê em dozên wî, ji nêz ve di dadgehan de bişopînin û tev li tevahî hemleyên ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bibin.

Însiyatîfa Azadî Ji bo Rêber Apo, di bin banê yekitiyê de kar û xebat dike. Di du salên borî de, armancên xwe pêk anîn. Divê em bi tevahî hêza xwe piştgiriya wê bikin.

Parêzer di nav sazî û desteyên Rêveberiya Xweser de, meclisên qanûnsaz û rêveberî ne, ji ber wê ew berpirsên avakirina pergala Rêveberiya Xweser in. Divê yekitî, çavdêriya tevahî parêzeran di nav wan saziyan de bike û ji bo erkên xwe bînin cih, di cihê pêwîst de alîkariya wan bike.

Divê parêzerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwe berpirsê danîna qanûnên nû yan jî guhertinên qanûnî bibînin, desteka pêwîst pêşkêş bikin.

Biryara Rêveberiya Xweser a têkildarî darizandina DAIŞ`iyên biyanî, di cih de ye û em piştgiriya wê dikin.

Tevî bandora mezin û êşa mezin ji ber terora DAIŞ`ê, di darizandina DAIŞ`ê de, pabendî pîvanên bingehîn ên parastinê ne û dê girêdayî wan bin.

Di darizandina DAIŞ`iyan de ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, em xemsariya saziyên qanûnî yên herêmî û navneteweyî dikin. Em bang li wan dikin ku deste û saziyên qanûnî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl bikin û nas bikin û piştgiriya pêwîst jê re pêşkêş bikin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku Kongreya 1`emîn a Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 13`yê Nîsana 2019`an de li Kobanê hatibû lidarxistin.