4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Desthilat ciwanên kurd ji nirx û rastiya wan dûr dixîne

Endamê Meclisa Ciwanan a Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Adnan Vûral, diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê hewl didin ciwanên kurd bi polîtîkaya tiryak û fûhûşê wan ji nirx û rastiya wan dûr bixînin.

Polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistanê li dijî ciwanan polîtîkayên kirêt dimeşîne. Di vê çarçoveyê de hema bibêje li hemû bajarên Bakur torên tiryak û fûhûş hatine avakirin û ciwanan div an toran de bi kar tînin. Bi vê bikaranînê dixwazin ciwanan ji rastiya wan dûr bixin. Bi taybetî piştî tayînkirina qeyûman ev polîtîkaya ku di çarçoveya şerê taybet de tê meşandin li Kurdistanê hatiye kûrkirin û bi hezaran ciwan ketine vê defikê. Endamê Meclisa Ciwanan a Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Adnan Vûral, der barê vê polîtîkaya ku li dijî ciwanan tê meşandin ji rojnameya me re axivî û nirxandinan kir.

Adnan Vûral, diyar kir ku bi salan e desthilata AKP-MHP’ê li Kurdistanê şerekî bênavber û bêsînor dide meşandin û wiha got: “Di vî şerî de hemû amûrên têkbirinê tên bikaranîn. Desthilat ne bi tenê bi çek û bombeyan êrîş dike. Jê bêhtir bi çek û bombeyan di nava ciwanan de dide bikaranîn. Maddeyên hişbirê di nav ciwanan de dide bikaranîn. Li tax û kolanên Kurdistanê gelek endamên wan dikevin nava kolanan. Ev yek ji polîtîkayên şerê taybet tê. Dixwazin ku ciwan bikin nava kemînan. Mixabin her ku diçe ciwanên me jî ji nirx û bîrdoziya xwe têne dûrxistin. Dibin mexdûrên vî şerê taybet.”

Şerê fizîkî û taybet

Vûral, li ser kiryarên AKP’ê yên 20 salan ên li dijî ciwanên kurd rawestiya û ev nirxandin kir: “Desthilata AKP’ê bi salan e dixwaze ku hemû ciwanan bike bin kontrola bîrdoziya xwe ya îslamîst û kindar. Di vir de tu cudatî nake navbeyna ciwanan. Mixabin li Kurdistanê ev mudaxele li ser ciwanan taybettir dide meşandin. Tê zanîn gelê kurd ji serdema Lozanê ve ne xwediyê tu mafî ye. Her çar perçeyên Kurdistanê di binî bişaftineke mezin de ne. Li dijî gelê kurd şerê fîzîkî û taybet tê meşandin. Ji ber vê yekê gelê kurd û maf xwestina wan ji van çar dewletan re weke alozî û xetere tê dîtin. Tê zanîn ku di têkoşîna civakî de rola ciwanan a pêşengiyê heye. Yên ku bikaribin vê pergalê hilweşînin û civakê rizgar bikin jî ciwan in. Ji ber van sedeman li Tirkiyeyê zêdetir li ser ciwanên kurd ev polîtîkayên qirêj tên meşandin.”

Armanc têkbirina pêşengên ciwan e

Di berdewama axaftina xwe de Vûral, got ku ciwan hem nifta dema ku têde dijîn û hem jî ya pêşerojê ne û wiha pê de çû: “Dewlet tunekirina berxwedana ciwanên gelê kurd ji bo xwe weke pirsgirêka beka yan jî pirsgirêka hebûnê dibîne. Armanca van polîtîkayên dewletê ew e ku pêşengên ciwan ên berxwedana gelê kurd têk bibe. Ji ber vê jî têkçûna pêşengên ciwan ên berxwedana kurdan ji bo dewletê gelek girîng e. Ger ku ciwanên kurd têk biçin dê gelê kurd bê maf û statu bimîne.”

Ciwanan ji Kurdistanê koçber dikin

Vûral, bi lêv kir ku Sed sal in dewleta tirk dixwaze gelê kurd ji Kurdistanê dûr bixîne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet dixwaze Kurdistanê bêkurd bihêle û rastiya kurdistanê bide jibîrkirin. Lê dewlet jî dizane ku gelê kurd bi darê zorê be jî wê ji welatê xwe dernakeve. Bi piranî li ser aboriya ciwanan disekinin û dixwazin ku bi vî awayî wan têk bibin. Armanca desthilatê ew e ku ciwanan ji Kurdistanê ber bajarên Tirkiyeyê ve bide koçberkirin. Ciwanên kurd li Tirkiyeyê ji çand, ziman û nirxên xwe yên neteweyî dûr dikevin. Ji ber ku bi aboriyê hatiye leyîstin ciwan ji mecbûrî ber bi xerabiyê ve diçin û karên nebaş re rû bi rû dimînin.”