17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên jin herî zêde li Tirkiyeyê rastî tundiyê tên

Di sala 1993’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hat îlankirin. Li tevahiya cîhanê li ber çave ku di demên ku nûçe tên şopandin de yên herî zêde rastî tundî û binçavkirinan tên rojnameger in û bêguman rojnamegerên jin in.

Li gor rapora nû ya Koalîsyona Rojnamegerên Jin (CFWIJ) ku di 3’yê Gulanê de parve kirî de di navbera meha Çile-Nîsana 2022’yan de li tevahiya cîhanê 139 jin rastî tundiyê hatin, gef li wan hat xwarin û mafê wan hat binpêkirin. Li gor rapora CFWIJ’ê welatên ku herî zêde mafên rojnamegeran binpêkirinê Tirkiye, Rusya û Kanadayê ye. Tabloya tundiya li ser rojnamegerên jin a sal 2022’yan wiha ye;

Rapora CFWIJ’ê

-Ji serê sala 2022’yan ve 5 jin hatin kuştin. 3 ji van jinan di şerê Rusya-Ukraynayê de li Ukraynayê hatin kuştin.

-54 rojnamegerên jin ji ber karên xwe yê rojnamegeriyê hatin darizandin.

-Li tevahiya cîhanê 21 jinên nûçegihan di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin.

-23 rojnamegerên jin li qadê dema şopandina nûçeyan de rastî êrîşan hatin.

-15 rojnamegerên jin ji ber nûçeyên ku çêkirine de an jî ji ber şîroveyê xwe hatin hedefgirtin û reşkirinê.

-Gelek dozên cezakirin û tazmînatê hatin vekirin.

Di roja azadiya çapemeniya cîhanê de gelo em çiqasî dikarin qala azadiya rojnamegeriyeke azad bikin, jixwe li cihana ku em nikaribin qala azadiya çapemeniyê bikin, êdî ka em dikarin behsa azadiya jinên rojnameger bikin? Çawa ku jin bi her awayî û di her biyaveke jiyanê de newe xuyakirin, tune têhesibandin û rastî taciz û tecawizê bê de bi heman awayî di qada rojnamegeriyê de jî bi heman hişmendiyê re rû bi rû dimîne. Ji ber wê ye ku tundiya li ser civakê û li ser rojnamegeran ji hev in.

Di bêdengiyê bi istîqrar in

Welatên wek Tirkiyeyê di serê lîsteyên tundiyê de cih digrin. Ev welatên ku îro bi her awayî tundiyê li ser civakê kêm nakin û her tiştî li gor dilê xwe dikin, tecavuzkaran, kujeran jî bi qanûnên xwe diparêzin. Hertim rêhevalên kujer û tecawizkara ne. Di rastiya Tirkiye û Rûsyayê de jî ev yek li holê ye. Belkî jî aliyê herî girîng ew e ku derdorên wek Neteweyên Yekbûyî ku rojan îlan dikin û qala azadiya çapemeniyê dikin jî li hemberî van kuştin û binpêkirina mafan hertim bêdeng in û tenê di bêdengiyê de bi istîqrar in.

Rojnamegerên kurd

Li Tirkiyeya ku îro bi her awayî di nav qeyranê de ye; rojnameger tên binçavkirin, girtin, ji karê xwe tên dûrxistin, tundiyê dibînin. Tirkiye herî zêde rojnamegerên kurd tune dihesibîne û bi salan di girtîgehan de dihêle. Helbet sedema vê yekê jî li holê ye; kesên ku li dijî hişmendiya yekperest li ber xwe didin, herî zêde qedexe, îşkence, tunehesibandin û girtin jî li ser wan tên ferzkirin.

Rojnamegerên di girtîgehan de

Li gor Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye. Her roj rojnameger bi astengî û gefan re rû bi ru dimînin. Polîsên ku hêza hikûmetê didin pişt xwe bi hêsanî rojnamegeran binçav dike û wan derb dike. Lê li gel vê yekê der barê polîsên ku tundiyê dike de tu lêpirsîn nayên vekirin. Li gor rapora Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) jî di meha nîsanê de 50 rojnameger hatin darizandin û vê yekê dibêje: “Niha zêdeyî 60 rojnameger di zindanê de ne. Ji azadiya xwe bêpar in. Hêj qedexe û sansura li ser saziyên çapemeniyê didomin. Mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike. RTUK bi cezayê ku dide medyayê wekî ku dixwaze çapemeniye bedeng bike ye. Di meha nîsanê de nêzî 10 malperên înternetê hatin astengkirin. 16 nûçe hatin astengkirin. Ajansa JinNews’ê ku li Tirkiyeyê tenê ajansa jinan e, heta niha malpera wan 43 caran hatiye astengkirin. Em bi tabloyek wisa 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pêşwazî dikin.”