4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê daxuyaniya Lavrov rexne kir

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, roja 1’ê gulanê beşdarî bernameyeke televziyonê bû û Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenski bi nazîtiyê tewanbar kir û wiha got: “Ev argûmanê derdikeve holê: Ger bi xwe cihû be, Nazîzim li Ukraynayê çawan dikare hebe.“

Lavrov wiha berdewam kir: “Ev rastî destûrê nade ku mirov înkar bike ku li Ukraynayê hêmanên Nazî hene. Dibe ku ez şaş bim, lê ez bawer dikim ku di xwîna Hîtler de jî cihûtî hebû. Dijminên herî xirab ên Cihûyan Cihû ne.”

Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd bi daxuyaniyekê bertek nîşanî gotinên Lavrov da û wiha got: “Gotinên Wezîr Lavrov di heman demê de skandal e û şaştiyeke dîrokî ye ku nayê efûkirin.”

Lapid diyar kir ku wan ji bo ronîkirina rewşê bang li balyozê Rûsyayê yê li Îsraîlê kiriye. Rûsya di şerê li hemberî Ukraynayê de ku di 24’ê sibatê de daye destpêkirin idîa dike ku ew dixwazin Ukraynayê ji naziyan paqij bikin.

Serokomarê Ukraynayê Zelenski, di meha Adarê de li Parlamentoya Îsraîlê xîtabî wekîlan kiribû û banga, “tercîha xwe bikin“ kiribû û daxwaz kiribû ku Ukrayna li hember Rûsyayê were parastin û ji bo wan çek bên dayîn. Li gorî rayedarên Îsraîlê, ji Ukrayna re ne çek lê alavên parastinê hatine dayîn.

Li gorî çavdêrên siyasî dibe ku ev nakokî bandora xwe li Sûriyeyê jî nîşan bide, ji alî têkiliya di navbera Rûsya û Israîlê de. Li gorî tê gotin Israîlê hemû êrîşên xwe yên ku li dijî rejîma Sûriye û milîsên Îranê ên li Sûriyeyê bi agahdariya Rûsyayê dike û pê re kordîne dike. An jî wekî tê gotin bi kêmanî çavên xwe ji wan êrîşan re digire.