26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameya Swêdî rexneyên tûj li Erdogan kirin: Deriyê zindanan vekin

Rojnameya swêdî Dagens Nuheter di nivîsa manşetê de der barê Erdogan de wiha dibêje:  Ji girtiyên Erdogan ên siyasî re deriyê zindanan vekin. Rojnameya DN di sernivîsa xwe ya 26/10/2021’an de rexneyên tund li Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan kir. Wekî ku tê zanîn beriya niha 10 welatên rojava ji bo bicîanîna mafê mirovan piştgiriya xwe ya ji bo girtiyên siyasî anibûn ziman. Van welatan Erdogan wekî zalim bi nav kirin.

Rojnameya DN bala xwîneran da ser xaleke din û wiha nivîsî: “Ji zû ve tê zanîn ku Serokkomar Tayip Erdogan Tirkiye ji nirxên bingehîn ên welatên demokratîk dûr xistiye. Gotinên wî yên dawiya heftiyê, der barê 10 sefîrên welatên Rojava de bûn. Di nav de sefîrê Swêdê Steffan Herrstrom jî hebû. Mirov wan gotinan li tu cihî ne dikare bibîne û ne jî bibihîze. Êvara duşemê Erdogan ji van gefên xwe bi paş de gav avêt lê mirov nikare wan gotinên wî di ser guhê xwe re bavêje.

Krîza Aborî ya Tirkiye şiband meşa kevjal

Sedemê kîn û nefreta Erdogan ew bû ku van welatan azadiya Osman Kavala xwestibû. Ji bo Erdogan, doza Osman Kavala li dijî wî komployek navnetewî ye. Di gotarê de her wiha behsa krîza aborî û hilbijartinên Tirkiyeyê jî kiriye û dişibîne meşa kevjal.

Ji aliyekî din ve gotar li ser mijara leşkerî jî rawesita û darbeya 15 tîrmehê wekî mijareke esrarengîz bi nav kir.

Rojnameyê qala çalakî û nerazîbûnên Geziyê ya ku piştî van çalakiyan 15 hezar mirov avêtine zindanan û bi dehhezaran karker û karmend ji karên wan dûr xistine jî kir.

Li gor rojnameyê berendamiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê bêruh maye û hemû hêvî mane li ser hilbijartinên ku dê li Tirkiyeyê pêk werin.