4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê gefa nukleerî li welatên Rojava xwar

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê çekên ku welatên Rojava û DYA’yê didin Ukraynayê de axifî û wiha got: “Dema welatên Rojava çekan didin hikûmeta Ukraynayê ew tê wateya ku NATO’yê bi xwe bi Rûsyayê re şer dike.”

Lavruv da xuyakirin ku ew çekên welatên Rojava dê hedefên rewa bin ji bo artêşa Rûsyayê ku ‘destwerdaneke taybet’ li Ukraynayê dimeşîne.

Lavrov di berdewama axaftina xwe de got: “Di esasê xwe de, NATO bi riya wekîlê xwe şerê Rûsyayê dike, ew wekîlê xwe bi çek dike da ku bi riya wî şerê me bike.”

Lavrov di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtin û diyaloga ku di navbera wan û Ukraynayê de berdewam dike lê pê re jî wekî gefekê dîsa behsa çekên nukleerî kir û wiha got: “Dibe ku pevçûn berfireh û gurtir bibe û çekên nukleerî jî werin bikaranîn.”