11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şamîranê

Heke ew stran 2800 sal in xwe bi zimanekî ewqas zelal, bi çîrok û bi govenda xwe, xwe parastibe divê bê zanîn ku gelê kurd gelê herî qedîm ê vê heremê ye. Co û Şamîran şahidên dîrok û rastiya herî li berçav û zelal e

Behra Wanê pêl bi pêl e.

Bi ser de têno avên şêl e.

Çend biharan li pey xwe dihêle.

Wek keçeke kofî kêle.

Behra Wanê çiya di berda.

Avên şêlî têno bi serda.

Ew e eşqa can û merda.

Wek bûkeka xêlî bi serda.

Bêguman behsa delalî, xweşikbûn û jêhatiya behra Wanê bûye mêvanên gelek çîrok, stran, helbest û destanan. Ki dizane ka dê bibe mêvanên çend berhemên din. Bes dengbêjiyê behra Wanê weke maka destanên eşq û evînê bikar aniye û stranên wan aşqên nemir li ser wan çiyayên li derdora gola Wanê weke olandineke qedîm hiştine.

Carna çîroka Tamarayê dibe ax û wax û ji cerg bilind dibe û carna dibe çiyayê Sîpanê û dil weke wî ciyayî tê pênasekirin. Lawo dinya ewre, lo mîro çima sahî nabe, dilê min mina çiyayê Sîpanê Xelatê, ji mijê, ji dûmanê, ji berfê, ji baranê lo mîro xalî nabe. Caran jî dil dibe pêlên behra Wanê û li hev dikeve.  Carna dil dibe perek ewrê reş û tarî jî siwaro re dibe gorî. Caran dibe qeyikeke ji eşqê barkirî û xwe davêje bextê Metran Îsa û carna ji dil dibe, eşqa Xecê û Siyabend li lat û razên çiyayê Sîpanê asê dimîne. Dengê wan hemû eşq û evînan weke wêjeyeke bi deng û bêj ji Sîpanê Xelatê, Artos û Erekê bilind dibe.

Warê eşq û evînê, bi çîroka xwe wekiriye ku dibêjin dilê min bûye weke Behra Wanê deşt û zozan di bin de mane. Lê ew qada eşq û evînan, gelek tişta dibin xwe de vedişêre ku bi hemû nihêniyên xwe ve weke hilmeke ji dîrokê li pêşiya me di sekine. Yek ji wan eşqên bi hemû sirên xwe ve li pêşiya me disekine jî eşqa Şamîranê ye. Lê heke em bixwazin eşq û evîna Şamîranê baş bizanin divê em bi dûrbîneke kûr û dûr lê binerin. Da ku em bişên bibînin ka dengê strana Şamîranê ji kîjan çaxî tê û şûndewsên xwe çawa li wê herêmê hiştiye. Şopên eşqê, şopên evînê, şopên helbest û dengbêjiyê jî dê bi şopên eşqa Şamîranê bêne dîtin. Dê bê dîtin ku dîroka kurdan a devkî. Wêjeya kurdan, dengbêjî, huner û folklora kurdan ji gelek şaristaniyan kevintir û qedîmtir e. Strana Şamîranê ne hezar sal ji duhezar salan wêdetir li vê heremê temsîla rengê çand û hunera kurdan kiriye. Ew stran di esmanê çand û hunera dinyayê de ka çawan weke stêrka gelawêjê dibiriqe. Ew stêrk ew qas geşe ku tu kes dê nikare înkara rastiya wê bike.

Mîna marekî li perava Wanê digere

De ka em vegerin ser çîroka eşq û evîna Şamîranê ya berî du hezar salan çawa bi rengekî ewqas zelal xwe gihandiye roja me. Berxwedana strana Şamîranê berxwedana wêje, çand û hunera kurdan e. Ji bo ku eşqa Şamîranê di her kevirekî qenal û coya avê ya ku weke marekî li peravên behra Wanê digere, bi her awayî diyar e. Ew qenal weke ku bêje ez parçeyek ji eşqa Şamîranê me û li ber strana xwe dê heta dawiyê weke şahidekî nemir bijîm, wisa sekiniye. Ew ji Payîzava ji deşta Havasorê tê. Pêncî û yek kilometreyan weke kevanekê li ser erdzemîna Wanê digere û diherike. Ew ji bo avdana ernîgariyeke mezin bûye ava jiyanê û can daye bax û baxçeyên ku bûne reqîbên baxên mêwan ên Babîlê. Çêkirina wê berî zayînê di sedsala 800-900’an de ji hêla qiralê 4’emîn ê Urartuyan Menua ve hatiye çêkirin. Li ser ji bermayên kevirên wê qenalê navê wî qiralî hê tê dîtin û tê parastin. An go, 2800 sal in li hember hemû toz û gemara dîrokê bi rik li ber xwe dide. Çîroka wê qenalê weke çîroka gelê xwe ye di hemû êşan de herikiye û hatiye îro.

Lê ew qenal eser û berhema eşqa Şamîranê ye. Di nava gel de çîroka Şamîranê di her quncikekî de xwe parastiye li ser zimanan geriyaye û ew jî gihaye demê û dem bi vî rengî dest bi çîroka Şamîranê dike.

Hebû tunebû. Bajarê Wanê li ber lingên keleha ku li ser kevirekî bilind li perava behra Wanê hatiye çêkirin, hatiye avakirin. Behra Wanê bi pêlên xwe bêhneke xweş bi bayê serê sibê re di ser bajar de berdide.

Dema tîrêjên rojê rijyane ser behrê û belekiyên berfê li serserê çiyayên Artosan biriqîn. Refên qaz û qumriyan, bi komên teyr û tewalan li ser bajar digeriyan. Şamîran a keça qiralê Urartuyan ji keleha mezin a weke hêlîna teyrê baz şiyar dibû. Delalî û xweşikbûna Şamîranê şewqa xwe da dîwarên kelehê. Weke qazekê, qumriyekê meşiya şaneşînê û temaşeyî bajarê bavê xwe kir.

Wê gavê dît ku xortekî bejin zirav di kolana nêzî şaneşîna ku lê rûniştibû de derbas bû. Dema çavên wê bi xortê delal ket, bayê eşqê li dil û mejiyê wê de kom bû û di singa wê de hêlîn çêkir. Bes heta ji bayê eşqê zivirî û hişê wê hatiye serî, ew xortê delal li ber çavan winda bû. Ew ne serwext bû ka xewn bû an xeyal bû. Bes zanî êdî dil di qefesa singa wê de nasekine. Bêhnekê lêda û xwest hema zû xwe ji wê kelehê bavêje derve.

Hema bi lez gote, xidam û xulaman amadehiyê bikim em ê biçine seyranê da ez bikarim bêhnekê bistînim. Piştî amadehiya xulaman wan berê xwe dane ser kaniya Havsorê ya Payîzavayê. Her gava bêhna wê horiyê teng dibû ew ê xwe diavête ser wê kaniyê. Aveke mezin û xweş aramî û hêviya jiyanê li wê zêde dikir. Digot xwezîka ew av li nêzî keleha bavê min bûya da ez ewqas dûr nehatibama.

Lê ji bo ku agirê eşqê hindî diçû dilê wê dişewitand mecbûr bû ku her roj biçe ser wê kaniyê. Ew xortê delal ji nişkê ve derketibû pêşiya wê û daxek li dilê wê dabû û weke xewnekê yan jî xeyalekê dîsa winda bibû. Gelo ew kî bû. Kurê kê bû. Navê wî çibû. Tiştik jê nedizanî û dikir nedikir çareyek ji dilê xwe re nedidît. Heta roja ew fikir hatiye serê wê.

Li hemberî bavê xwe sekinî û got,

“Bavo tu qiralekî bi hêz û bi qudret î. Ez dixwazim tu ava kaniya Payîzava bînî bajarê Wanê da ku erdnîgariya li qerexa behra te bi zivire bax û baxçeyên ku ji wan bexçeyên mêweyên li Babîlê ji bo Semeramîsê hatine çêkirin.

Got; “Bavo tu hemû ciwanan kum bike li hewşa keleha bilind û bi hêza pêlên behra Wanê bi wan re biaxive da ku ew kevir û axê ji erdê rakin û berê wê avê bidine qerexa behra te.

Sêsed ciwan qenalê çêdikin

Li ser gotina Şamîranê bavê wê, emr û fermanê dide, sêsed ciwanênUrartuyan li hewşa keleha bilind lihindavî behra Wanê kom dibin. Bavê wê diaxive lê çavên Şamîranê li ser wan sêsed xortan e. Di nava wan xortan de wî xortê ku dilê wê bibista eşqê daxdaye dibîne. Wê gavê Şamîran xwe nêzîkî bavê xwe dike û dibêje; “Bavo, ew ciwanê ha bike serpaleyê sêsed ciwana da ew bo te kevir û axê biqelêşe û avê ji kaniya Payîzava bîne.

Li ser gotinên Şamîranê bavê wê wî ciwanî ji bo wan sêsed ciwana dike serpale û ji wî re dibêje, li ser daxwaza keça xwe Şamîrana hêja min biryara anîna ava Payîzava a Havasorkê da. Wê xwest ku te bikim serpaleyê sêsed ciwanên Urartuyan. De here û baweriya keça min li erdê nehêle.

Ew ciwan vê demê dizane ku Şamîran aşiqê wî ye. Wê demê ew jî sozê dide ku ew ê avê bîne û bike diyariya Şamîrana keça qiralê Urartuyan. Bi eşq dixebite, baweriyê dide wan sêsed ciwanan û ew ax û keviran diqelêşin. Êdî ava Payîzava hêdî hêdî nêzî behra Wanê dibe. De êdî piştî dewrekî zemanekî ew qenal weke marekî çepa li xwe bide û bigihêje armanca xwe. Dema co û qenal giha armancê qiral bi hemû alîgirên xwe ve wan pêşwazî dikin.

Serê her palekî ji bo her rojê sê zêran didinê. Lê ji bo her rojekê rojê pênc zêra didin serpale. Di pey wê şahiyê de Şamîran destekî cilan û sêvekê bo wî ciwanî bi rê dike. Ew jî tê wateya ku wan cilan li xwe bike û ew sêv ezim were min bixwaze.

Êdî behsa eşqa Şamîranê li nava kelehê û bajar digere û karê dawetê tê kirin, hatina ava Payîzava û eşqa Şamîranê dibe sedemê kêfxweşiyê li nava bajarê Wanê. Êdî dawet û stranbêj derketine holê û vê stranê ji bo Şamîran û wî lawikê serpale dibêjin.

Şamîranê, Şamîranê

Co kêşano li behra Wanê

Sêsed pale wê berdanê

Serê pale sê zêr danê

Yê ser pale pênc zêr danê

Cil xelatin sêv lê danê…

Ji vê stranê tê fêmkirin ku li hemberî hemû înkarkirina ziman, çand û hunera kurd bi hemû rastiya xwe parastiye. Heke ew stran 2800 sal in xwe bi zimanekî ewqas zelal, bi çîrok û bi govenda xwe, xwe parasti be divê bê zanîn ku gelê kurd gelê herî qedîm ê vê heremê ye. Co û Şamîran şahidên dîrok û rastiya herî li berçav û zelal e….