22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar banga çûna ser sindoqan kir

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, piştî dengê xwe da bang kir ku herkes biçe ser sindoqan û ji bo pêşeroja Tirkiyeyê dengê xwe bide.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdayîna hilbijartina tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî ya li navçeya Çankaya ya Enqerê bi hevjîna xwe Ceren Sancar re dengê xwe da.

Sancar piştî dengê xwe da li baxçeyê dibistanê axivî û ev bang kirin: “Bila herkes biçe ser sindoqan, teqez dengên xwe bidin ji ber ku ev tenê ne hilbijartina Serokkomariyê ye. Em ji bo pêşeroja Tirkiyeyê deng didin. Ez bawer dikim ku wê bibe wesîleya pêşerojeke azad. Dengdayîn tê re nake. Parastina dengê xwe herî kêm weke dayîna deng girîng e. Em li bendê ne ku hilbijêr jî weke peywîrdarên sindoqan tevbigerin. Divê hilbijêr ji bo parastina deng û vîna xwe heta dawiyê peywîra xwe bi cih bînin. Em ê sibê ji rojeke din re çavên xwe vekin. Em ê di rêya ji destpêkeke nû re tê vekirin de bi hev re bimeşin.”