5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber li dijî binpêkirinan derket êrîş li parlamenterê CHP’ê hat kirin

Li Rihayê, ji ber li dijî dengdayîna li şûna jinan derket êrîş li parlamenterê CHP’ê Alî Şeker hat kirin.

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Alî Şeker li gundê Karaalî yê navçeya Eyyubiye ya Rihayê çû serdana sindoqan. Şeker, tespît kir ku deng bi awayekî komî tên dayîn. Li gorî agahiyan; zilamên gund xwestin li şûna jinan deng bidin. Li ser vê yekê Şeker jî got ku ev rewş ne rewşekî qanûnî ye û divê jin bi xwe bên ser sindoqan û dengê xwe bidin. Piştî nerazîbûnê, komeke ji 15-20 kesan pêk dihat êrişî Şeker û muşahidê CHP’î kir. Şeker ê ji pozê xwe derb xwarî rakirin nexweşxaneyê. Cendirmeyên hatin cihê bûyerê koma êrîşkar ji cihê bûyerê dûr xistin.

Peywirdarên CHP’î yên li gundê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê jî dema ku li dijî dengdayîna komî derketin, êrîş li wan hat kirin. Endama Komîsyona Hiqûqê ya Serokatiya CHP’a Rihayê Ronahî Paydaş, têkildarî bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev peyam parve kir: “Em niha li gundê Yazlica yê navçeya Kaniya Xezalan e ku li wir hatine peywirdarkirin. Dema me li vir pêşî li ber dengdayîna komî digirt, êrişî me û peywirdarên me yên sindoqan hate kirin. Gef li me hatin xwarin û heqaret li me hatin kirin. Ji ber ku ewlehiya canê me nîne, em ji bo serlêdana sûc û gilîkirinê ji gund derketin.”