spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîs ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin

Li Mêrdînê, parêzer ji derdora sinoq û dibistanan hatin dûrkirin û derket holê ku polîs ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin. Li hin sindoqan jî bi awayekî komî deng tên dayîn.

Derket holê ku li navçeyên Artûklû, Rişmil, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê polîs li ser sindoqan digerin û ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin. Hat zanîn ku li ser sindoqên ku muşahîdên AKP’ê tune ne, polîsan muşahîdan ji derve anîn. Di hewşên dibistanan de jî maşîneyên zirxî tên sekinandin.

Her wiha hat zanîn ku li navçeyên Mêrdînê ferman hatiye dayîn ku parêzer ji derdorên sindoqan û dibistanan bên dûrkirin. Li hin dibistanan di navbera parêzer û polîsan de rageşî qewimîn. Li navçeyên Rişmil û Nisêbînê parêzeran nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û diyar kirin ku ew ê destûr nedin bêhiqûqiyê.

AKP’î gef li wezîfedaran xwarin

Li navçeya Rişmilê, polîsan parêzeran negirt Dibistana Navîn a Sakaryayê. Şaredarê AKP’yî û Serokê Navçeya AKP’ê li sindoqan digerin û hat ragihandin ku gefan li wezîfedarên sindoqan dixwin.

Hat diyarkirin ku li sindoqên jimara wan 1025, 1026 û 1027’an ên li Dibistana Navîn a Şîrînevlera Rişmilê bi awayekî komî deng hatin dayîn. Wezîfedarên sindoqan ên CHP’yî îtîrazî vê rewşê kirin û serokê sindoqan gef li endamên CHP’î xwar.