spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê eleqeyeke mezin ji sindoqan re heye

Ji bo hilbijartina tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê gelê Amedê ji danê sibehê ve diçe ser sindoqan.

Gelê Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina tûra duyemîn a serokomariyê îro berê xwe da sindoqan. Kar û barên dengdanê di saet 08.00’an de dest pê kir, gelê Amedê ku dengê xwe ji bo guherînê bi kar tîne, di saetên serê sibehê de berê xwe da ser sindoqan û dengên xwe bi kar anî. Li bajarê ku eleqeyeke mezin nîşanî sindoqan hat dayîn, di tûra yekem de namzedê tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 71, namzedê tifaqa Cumhur Receb Tayib Erdogan jî ji sedî 26’ê deng girtibûn.

Li gundan cerdevan û leşker li ber deriyên dibistanan sekinîne.

Muşahidên ku di saetên sibehê de berê xwe dan dibistanan polîsan ji wan re gotin “talîmat heye, beriya saeta dengan hûn naçin hundir.” Di tûra yekem a hilbijartinê de ji ber sindoqên seyar tune bûn gelek hemwelatiyên astangdar ku dengên xwe bi kar neanîn îro dema ku çûn ser sindoqan ji wan re gotin qeyda we nîn e, dengên xwe bi kar neanîn. Li herêmên gundan eleqeyeke zêde ji bo sindoqan hebû. Li navçeya Pasûra Amedê li gorî agahiyan li ber deriyên dibistanan leşker û cerdevan rawestiyane.

Edamên Partiya Çep a Kesk û rayedaran îtîraz kirin û gelek parêzer li qadê li dibistanan digerin. Wê piştî saet 17:00’an dema ku sindoq werin girtin dest bi kar û barên hejmartinê bikin.