8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya hunermendan serdana Başûr kir

Şandeyek ji hunermendên Kurdistanê ku ji Ewrupayê serdana Başûrê Kurdistanê kirine, li Hewlêrê serdana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê kir. Şande ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û piştre daxuyanî dan çapemeniyê.

Şandeyê ji wezaretê xwestin ku di navbera pêşmerge û gerîlayan de şer rû nede. Hunermend Diyar Dersîm got: “Wezareta Pêşmergeyan soz da me ku ew naxwazin şer di navbera gerîla û pêşmerge de derbikeve.”

Hunermend Şivan Pewer jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em weke hunermendên kurd hatine başûr û me daxwazên xwe gihandin Wezareta Pêşmergeyan. Wezaretê em bi germî pêşwazî kirin û em kêfxweş bûn.”

Şivan Perwer da zanîn ku bûyerên rû didin bûne sedem ku gelê kurd pê biêşe û wiha axivî: “Dijminên gelê kurd dixwazin kurd li hemberî hev şer bikin, em dizanin û divê her kes jî vê bizane. Başûrê Kurdistanê ji bo gelê kurd destkeftiyek mezine. Divê em herêmê weke çavê xwe biparêzin. Ji bo aştiyê çi erkek bikeve ser milê me hunermendan, em amadene û ku derê pêwîst be em ê serdana wir bikin.”

Em naxwazin peşmerge û gerila şer bikin

Piştî wê hunermend Diyar Dersîm jî pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Me tikaya hunermendan ji bo Wezareta Pêşmerge anî. Em dixwazin pêşmerge erk û rolek erênî bigre ser xwe. Em naxwazin di navbera pêşmerge û gerîla de tu şerek biqewime. Çawa ku li Kerkûk û Kobanê pêşmerge û gerîla bi hev re dijî dijmin şer kirin, îro jî em dixwazin heman ruh derkeve holê. Bila dayîkên Kurdistanê carek din rondik ji bo şehîdên navxweyî nerijînin.”

Diyar Dersim di dewama axaftina xwe de anî ziman ku wan weke hunermendên vî gelî, daxwaz ji pêşmergeyan kirin û Wezreta Pêşmergeyan jî soz da wan û wiha bi dawî kir: “Wezareta Pêşmerge soz da me ku ew ê şerê navxweyî nexwazin. Ji ber ku şer tenê xizmeta dewleta tirk a dagirker dike. Em ê serdana saziyên ragihadinê jî bikin û sibê daxuyaniyekê bindin çapemeniyê.