26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Rêveberiya Xweser bi Macron re civiya

Şandeya ku ji Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif pêk dihat di 19’ê Tîrmehê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya. Ragihandina Rêveberiya Xweser diyar kir ku di hevdîtinê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Aloziya Sûriyeyê, awayên çareserkirineke aştiyane û demokratîk li gorî biryarên navneteweyî ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike, niqaş kirine.

Di heman demê de rewşa îdarî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girîngiya vê modêla demokratîk û encamên wê yên pêşerojê yên di nava Sûriyeya demokratîk û yekgirtî de û dîsa rewşa aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encamên ambargoya li ser hatiye ferzkirin û girtina dergehên sînorî nîqaş kirin.

Şandeya ku bi Macron re civiya behsa rewşa ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên dawî yên şerê li dijî DAIŞ`ê kirin.