6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Schrader: Li pişt berxwedana kurdan ramana Ocalan heye

Nivîskara Îtalî Laura Schrader, diyar kir ku li pişt berxwedana gelê kurd a bi heybet Ocalan û ramanên wî heye.

Têkoşîna Azadiyê ya gelê kurd, 45 sal in bi pêşengiya PKK’ê û Rêberê wê Abdullah Ocalan didome. Sal bi sal têkoşîna gelê kurd li cîhanê belav dibe. Rojnamevan û Nivîskara Îtalî Laura Schrader ku ji sala 1975’an û vir ve li ser gelê kurd û têkoşîna wan a azadiyê xebatê dimeşîne, pirtûka xwe ya 3’yemîn a bi navê “Berxwedan: La Resistenza Del Popolo Kurdo Contro Il Genecidio Di Erdigan” (Berxwedan: Berxwedana gelê Kurd a li dijî qirkirina Erdogan) piştî pirtûkên xwe yên I Fuochi del Kurdistan (Agirê Kurdistanê) û Civilta e Verita (Şaristanî û Heqîqet) weşand. Pirtûka Laura Schrader ku ji hêla weşanxaneya Punto Rosso ve hatî weşandin ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimanê îtalî diweşîne, berxwedana ku li ser esasê fikir û felsefeya Abdullah Ocalan li dijî şerê qirkirinê yê ku dewleta tirk li ser gelê kurd dide meşandin hûrlênêrin dike. Rojnamevan û nivîskara Îtalî Laura Schrader, derbarê pirtûka xwe ya dawî û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de ji nuçegîhanê ANF’ê Serkan Demîrel re axivî.

Nivîskara Îtalî Schrader ku ji sala 1975’an û vir li ser têkoşîna azadiyê ya gelê kurd lêkolîn û xebatê dike, sedemên ku rê li ber xebatên li ser kurdan vekir wiha bilêv dike: “Gelê Kurd rastî bê edaletiyek mezin tên, zilm û hovîtiya li dijî wan tê kirin, li ber çavê tevahiya welatên Rojava pêk tê. Ji ber demokrasiyên Rojavayî dibin hevkarên sûcê li dijî Kurdan, ez gelek bandor bûm.”

Schrader, Abdullah Ocalan di asta Nelson Mandela, Luther King û Gandhi de wek rêber û ramanger pênase kir û got, “Tecrîda li ser Rêber Ocalan tê ferzkirin sûcekî navneteweyî ye. Paradîgmayên Ocalan ji bo hemû mirovahiyê modela jiyana bi hev re ye û dikare şerê ku cîhanê dorpêç dike, çareser bike. Ez dixwazim civaka navneteweyî bizanibe ku, tevgera Jin, Jiyan, Azadî ku tevahiya jinên li cîhanê di nav xwe de dihewîne, bingeha xwe ji Şorşa Jinê ku ji destpêka avabûna PKK’ê û vir ve ji hêla Ocalan ve dixwest bê avakirin e. Ev şoreşa jinê şoreşeke ku çanda bindestiyê ne tenê li nava Îslamê, li tevahiya cîhanê ji holê radike. Felsefeyeke ku li çar aliyê cîhanê nefeseke radîkal, jiyanî ya nûbûnê derdixîne holê.”

Tecrîd sûcekî navneteweyî ye

Rojnamevan û Nivîskara Îtalyayî Laura Schrader, her wiha diyar kir ku ew dixwaze di pirtûkên xwe de xîtabê her kesî bike û wiha domand, “Min şêwazekî bi navê ’empresyonîst’ hilbijart û hat gotin ku ‘bi bandor e’. Çîrok bi giranî li ser bûyerên mezin û trajîk ên mîna hilweşandina Sûrê, dagirkirina Efrînê, hilweşandina Cizîrê û portreyên hin şexsiyetên mîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Selahattîn Demîrtaş, Hevrîn Xelef û Erdogan bi xwe di beşên cuda de dewam dike. Hebûna Abdullah Ocalan di tevahiya pirtûkê de didome.  Li pişt berxwedana gelê Kurd a bi heybet, mijarek hevpar, hebûneke ku naguhere heye: Ocalan û fikrên wî. Tecrîda li ser Rêber Ocalan sûcekî navneteweyî ye.”