4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê rê neda definkirina cenazeyê derhênerê kurd

Rejîma Îranê nehêla cenazeyê Derhêner Mensûr Kerîmiyan ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta tirk de hatibû qetilkirin li bajarê wî Sinê were definkirin. Cenazeyê Kerîmiyan dê li Herêma Federe ya Kurdistanê bê definkirin.

Derhêner Mensûr Kerîmiyan di 26’ê kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşa hewayî ya dewleta tirk de hate qetilkirin. Rejîma Îranê nehêla cenazeyê Kerîmiyan li bajarê wî Sinê yê rojhilatê Kurdistanê bê definkirin.

Piştî agahiya qetilkirina Kerîmiyan, malbata wî di 30’ê kanûnê de çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî merasîmê, malbatê cenaze wergirt û ber bi Herêma Federe ya Kurdistanê bi rê ket. Ji wir jî derbasî bajarê Sinê yê rojhilatê Kurdistanê bû û xwest cenazeyê kurê xwe defin bike. Lê bi astengkirina hêzên rejîmê re rû bi rû man.

Hewldanên ji bo definkirinê hefteyekê berdewam kirin lê rejîmê nehişt cenaze were definkirin. Li ser vê yekê malbata Kerîmiyan biryar da ku cenazeyê wî li bajarê Silêmaniye yê başûrê Kurdistanê defin bike.

Cenazeyê Mensûr Kerîmiyan dê di 7’ê çileyê de li Goristana Şêx Ebas bê definkirin.

Kerîmyan kî ye?

Kerîmiyan di sala 1984’an de li bajarê Sinê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Zêdetirî 20 sal bûn karê sînemageriyê dikir û xebatên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomand. Kerîmiyan, di encama êrîşa hewayî ya dewleta tirk de hate qetilkirin.