6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Sileman Ehmed 73 roj in winda ye

Dayika Silêman Ehmed ê ku 73 roj in di desetê PDK’ê de ye û agahî jê nayê girtin, Sultane Ahmed bang li PDK’ê kir û got: “Kurê min berdin.”

Edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed 73 roj in di destê PDK’ê de dîl hatiye girtin û agahî jê nayê girtin. Dayika rojnamevan Silêman Ehmed bang li PDK’ê kir ku kurê wî berdin û got; “Kurê min rojnamevane û bê sedem ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Dive Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bikeve nava tevgerê.”

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 73 rojin agahî jê nayê girtin. Dayika rojnamevan Silêman Ehmed, Sultane Ehmed derbarê revandina kurê xwe de ji ajansa ANHA’yê re axivî. Sultane Ehmed bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku destwerdanê di doza kurê wê de bikin, ji ber ku ew jî welatiyekî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Sultane destnîşan kir ku PDK 73 rojin nahêl ew bi kurê xwe re têkiliyê dane û got; “Kurê min ji zêdetirî 5 salan ve karê rojnamevaniyê li bajarê Silêmaniyê dikir û girtina wî ya ji aliyê PDK’ê ve bê sedeme. Em banga berdana wî dikin.”

Sultane Ehmed dawiyê de carek din bang li PDK’ê kir ku rê bidin parêzer serdana Silêman bikin.