4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sekreterê NY’yê li Bexdayê ye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres duh bi şev serdana Bexdayê kir. Guterres diyar kir baweriya wî bi gelê Iraqê tê ku ew ê bikarin hemû astengî û zehmetiyan derbas bikin. Her wiha ji ber vegerandina koçberan a li ser cih û warên wan jî spasiya hikûmeta Iraqê kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres duh bi şev gihişt Bexdayê û li gel Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên civînek çapemeniyê lidarxist.

Di civîna çapemeniyê de Fuad Hisên der barê vê serdanê de axivî û wiha got: “Ev serdan li ser vexwendina me çêbû, spasiya Antonio Guterres dikin ji ber vexwendina me qebûl kir û hatina wî gelek giringe.”

Fuad Hisên diyar kir ku peywendiyên Iraq û Neteweyên Yekbûyî gelekî bihêze. Her wiha da zanîn fikir û nêrînên Guterres ji bo wan gelekî girîngin.

Piştre Guterres jî axivî û got: “Ji ber hatime Bexdayê keyfxweşim. Min çend carek din serdana Iraqê kiriye. Em ê bi hev re piştgiriya saziyên Iraqê bikin. Baweriya min bi gelê Iraqê heye ku wê bikare hemû astengî û zehmetiyan derbas bike. Ger derfet hebin ez ê serdana koçberên li kampên Herêma Kurdistanê jî bikim.”

Guterres diyar kir wî serdana kampên koçberan ên li Suriyeyê jî kiriye û rewşa wan destdaye ji bo vegerin Iraqê. Tê payîn Guterres di serdana xwe ya li Bexdayê de li gel her sê serokatiyên Iraqê (Serokwezîr, serokkomar, serokê parlementoyê) û aliyên siyasî bicive. Piştre jî serdana Herêma Kurdistanê bike û li ser mijarên siyasî ku taybetin bi Iraq û herêmê giftûgo bikin.