21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sempozyûma pirsgirêka girtîgehan

Nîzamettîn Ozturk

Dawiya sala 2022’yan, 25’ê Kanûnê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê, ji bo nexweşên di girtîgehan de sempozyûmek pêk anî. Naveroka sempozyûmê gelekî berfireh bû. Mijar cure bi cure û gelekî jî girîng bûn. Peyvdar; kesên akademîsyen, hiqûqnas, bijîşk û siyasetmedar bûn. Li ser mijaran gelekî zanyarî dan û pirs hatin pirsîn, muxatabê pirsan jî di nav rastiya mijarê de bersiv dan…

Mirov carinan di nav xwe de difikire, “Ev komeleyên mafên mirovan li vî welatî  çima wiha elzem in?” û car caran jî ji ber mereqan, “Gelo li welatên ku bi pergala demokrasiyê tên rêvebirin, li wan deran rewş çawa ye?” Bi rastî min bersiv di dawiya vê sempozyûme de girt. Wiha tê xuya ku, birêxistinkirin û domandina “parastina mafên mirovan” peywireke gelekî girîng e. Lê hêj çi qas wê ‘bi me re bimîne’ ev jî ne diyar e? Ka em bi kurtasî qala dîroka têkoşîna mafên mirovan bikin. Ev qada têkoşîna civakî bingeha xwe di sala 1948’an de li dû şerê cîhanê yê duyemîn û aşkerakirina “Daxuyannameya Mafên Mirovan a Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî” digire. Li Tirkiyeyê li dû derbeya 12’ê îlonê, ji ber ku binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn, Komeleya Mafên Mirovan di 17ê tîrmeha sala 1986’an de bi teşebusa piraniya xizmên girtî û mehkûmên polîtîk û bi alîkariya akademîsyen û rewşenbîran hat sazkirin.

Erê, beşdarên vê sempozyûmê, piranî ji xizmên girtî û mehkûman pêk hatibûn. Lê bê guman kesên mafparêz û herî kêm sê çar wekîlên HDP’ê jî tev li sempozyûmê bûbûn.

Li dîwarê salonê pankartên wiha daliqandî bûn: “Nexweşên girtî û mehkûm bila serbest bên berdan”, “Tedawî mafên mirovan e, nayê astengkirin”, “Mirov bi mafên xwe mirov in”

Civîna sempozyûmê bi sê rûniştinan berdewam kir.

Mijara rûniştina yekem: Di Gihiştina Girtî û Mehkûman a Mafê Tenduristî û Tedawiyê de Pirsgirêkên Sîstema Tenduristiyê û Pêşniyazên Çareseriyê.

Mijara rûniştina duyemîn: Di Gihiştina Girtî û Mehkûman a Mafê Tenduristî û Tedawiyê de Pirsgirêkên Îdarî û Hiqûqî, Rewşa Girtîgehên Cure R û Mekanîzmayên Serîlêdanê yên li Hember Van Pirsgirêkan.

Mijara rûniştina sêyemîn: Têkoşîn, Rêbazên Xebatê û Pêşniyaz ji bo Gihîştina Girtî û Mehkûman a Mafê Tenduristî û Tedawiyê. Peyvdarên sempozyûmê li gorî mijaran xwe amade kiribûn, çavkaniyên daneyên xwe jî bi beşdaran re parve kirin. Dane bi piranî ji saziyên mafên mirovan girtibûn.  Ji ber ku ev saziyên mafên mirovan bêtir pêbawer in. Ya din jî girtî û mehkûman di nameyên xwe de nexweşî û pirsgirêkên di warê jiyanê de jî ragihandine…

Gazin û xwestekên girtî û mehkûman wiha hatin rêzkirin:

3 Girtî û mehkûmên nexweş, taybet yên giran teqez divê bên berdan.

3 Şewitandina înfazê.

3 Tedawîkirina destbikelepçe.

3 Kelepçekirina berepaşkî.

3 Cezaya cudagirtinê nayê qebûlkirin.

3 Di menzelan de hejmarên pir zêde ji hêla tenduristiyê ve gelekî xeternak e.

3 Miamelekirina xirab û binpêkirina mafan.

Belê pirsgirêka girtî û mehkûman a sereke tenduristî ye! Lê bi tenê bi wê namîne, bêtir zêde pirsgirêk hene. Jixwe di nav şert û mercên girtîgehan de pirsgirêk tu car xilas nabin. Kesên ku ji ber sedemên siyasî di hepsan de mane, teqez bûne şahidê gelek bûyerên balkêş û nebaş. Gelek  caran bixwe jî  duçarî binpêkirinan mane.