spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeriya edebî û mînaka ‘Belkî îşev binive’yê

Ez ê di destpêka nivîsa xwe da, hewl bidim ku hinek li ser têgiha “rojnamegeriya edebî” û kurtedîroka bikaranîna vê têgihê rawestim. Paşê wek mînaka rojnamegeriya edebî ya bi zimanê kurdî, pirtûka çîrokan a rojnameger û nivîskar Murad Bayramî, ya bi navê “Belkî îşev binive”yê binirxînim.

Têgiha Rojnamegeriya Edebî, bi bikaranîna têgihên rojnamegerî û edebiyatê bi hev re, derketiye holê. (Erdem, 2016:130-2/16) Cara pêşîn ev têgih, bi referanskirina berhema Daniel Defoe (1660-1731) yê nivîskar û rojnameger, ya bi navê “Rojnivîska Sala Kulê (weba)” ya ku di sedsala 18’an de nivîsiye, hatiye bikaranîn.

Meriv dikare bibêje ku têgiha rojnamegeriya edebî, di nîvê duyem ê sedsala 19’an de Tom Wolfe wek “rojnamegeriya nû” bi nav kiriye. Ancax bi awayekî akademik têgiha rojnamegeriya edebî, di salên 1980’yan da kemiliye. Di sala 2006’an de bi armanca avakirina disîplîneke akademik Komeleya Navneteweyî ya Xebatên Rojnamegeriya Edebî (International Association for Literary Journalism Studies) li Fransayê hatiye avakirin. Ev komele ji sala 2006’an vir ve sempozyumên rojnamegeriya edebî li dar dixe û kovareke akademik bi navê Xebatên Rojnamegeriya Edebî (Literary Journalism Studies) derdixîne.

Kesên ku bixwazin agahiyên berfireh û zanistî der barê têgiha “rojnamegeriya edebî” û dîroka geşedana wê ya di qada zanistê de, bigirin; dikarin di gotara Murat ERDEMî, mamostayê beşa Çand û Edebiyata Amerîkî di fakulteya Edebiyatê de, li zanîngeha Egeyê ku di kovara Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Atatirkî li Erziromê, de hatiye weşandin, bixwînin. Linka vê gotarê wek çavkanî li jêrê ye.

Pirtûka Murat BAYRAMî ya bi navê “Belkî îşev binive”yê di sala 2018’an da, di nav weşanên Avestayê de derketiye. Pirtûk ji 25 çîrokên ku bi wêneyê mekanên çîrok lê pêk hatîne şênber dibin hene. Nivîskarê vê pirtûkê rojnamegereke ciwan lê xwedî tecrûbeyeke 15 salî ya rojnamegeriyê ye. Di heman deme da mamosteyekî serkeftî yê kurdiya kurmancî ye ku bi salan malpera Kurdîgehê bi rê ve biriye. Wî pirtûka xwe ji edîtora rojnameya Middle East Eye (Çavê Rojhilata Navîn), Simona Sikimic re diyarî kiriye. Ev jî nişan dide ku pirtûka nivîskar di asta navnetewî da mînaka rojnamegeriya edebî ya kurdî ye. Li cihê pêşgotinê, di destpêka pirtûkê de agahiyên ku ji aliyê saziyên navneteweyî wek Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê-Amnesty International û Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî-The United Nations Human Rights Office; Saziyê fermî yê Tirkiyeyê wek Walîtiya (Parêzgeha) Şirnexê-Ajansa Anadoluyê ve der barê encama şerê salên 2015-2016’an da, hatine dayîn, têne pêşkêşkirin.

Di çîroka yekem a ku navê xwe daye pirtûkê da wiha dinivîse: “Rojnamegerî ji jina li jêr pirsî: ‘Ev çi ye di deste wê de?’ ‘Bebika keça wê ye. Çend meh in, ji ber şerî wan mala xwe biriye gundekê li rex Cizîrê. Keça wê nanive. Ji ber bebikê digirî. Min ji Saryayê re got neçe jî got îIeh ez ê çim. Çend meh in wê digot yesax rabe ez ê çim bebika keça xwe jê re înim.’

Dema Sarya hat xwarê Rojnamegerî çavikê wênegirika xwe da erdê. Ew tirsiya ku Sarya xwe pê re aciz bike. Hat giha hevala xwe. Çû, paşê li xwe zivirî. Bi destê xwe yê rastê hirçika tozgitî ber bi jor ve rakir: ‘Belkî îşev binive!”

Meriv dibine ku nivîskar bi devoka Cizîrê, bi awayek serkeftî ziman bi kar aniye. Di karê rojnamegeriya edebî da gelek serkeftî ye. Hêla realist a rojnamegeriyê û hêla edebî ya honandina çîrokan gelek serkeftî ye. Navê rastîn ê rojnamegerên hevalê xwe nivîsiye lê wek tîpên serî yên nav û paşnavan bi kar aniye. Wek mînak wiha dinivîse: “OFB’yî jê re nivîsîbû: ‘Selam rojnamevanê Cîhangîrî! Me gotibû em ê kovareka wêneyan derbêxin. Tu jî wêneyan neşînî nabe ha! Ev karek profesyonel e, divê tu ji e-mailan kovarê re rêkî.”

Li ser girîngiya wêneyan di çîrokan de wiha dinivîse: “Edîtorên medyaya navneteweyî gotibûn. ‘Tu hay jê hebe ku dema te çîroka kesinan zanî wêneyê wan ji mekana serhatî lê pêk hatî bigire.”

Nivîskar dema çîrokên li Cizîr û Şirnexê pêk hatine dinivîse wisa di bandora wan da maye ku li Sitenbolê jî nayê ser hişê xwe. Ji hela mekan ve geh li Cizîr û Şirnexê geh li Stenbolê wek rojnameger dixuyê. Lê meriv dikare hêla wê ya honaka xurt bişibîne romaneke edebî ku gelek lehengên rasteqîn wek Tahir Elçî û hwd. tê de cih digirin.

Ez dixwazim vê xurtiya edebî bi çîroka dawîn ya bi navê “Ji bîr neke!” piştras bikim. “Rojnameger çawa ku li xwe hesiya balafir li asîmanan bû. Hewl da hindiktir bitirse. Destê wî direcifî. Deftera xwe ji kîsikê kursiyê pêşiyê derêxist. Dest avêt qelema di berîka xwe de. Pêşiyê nivîsî: ‘Ji bîr neke! Te çi dîtin û çi nenivîsîn: War xerabûn, çîrokên êşê li şuna wan ava bûn, ne meşa me ne êşên me sekinîn: Hirçika dayikekê, pirteqalên bapîrekî, bavê qulên dîwaran dadigirt, êşên rojnamegeran…’

Binivîse belkî îşev binivî!

Ev pirtûk herê bi rûpelên (124) xwe hindik e lê bi naveroka xwe bi qasî romanek 500 rûpelî zêdetir bi bandor e.

Çavkanî

https://dergipark.org.tr/tr/pub/ataunisosbil/issue/24591/260351#:~:text=Edebi%20gazetecilik%20kavram%C4%B1%20en%20basit,uygun%20olarak%20aktar%C4%B1lmas%C4%B1%20olarak%20tan%C4%B1mlanabilir.