27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sendîkaya mezin a Brîtanyayê ji Ocalan re azadî xwest

Sendîkaya herî mezin ya Brîntayayê Unite The Union ku 1 milyon û 300 hezar endamên wê hene, di konferansa xwe de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan û azadiya Ocalan xwestin.

Konferansa sala 2021’ê ya sendîkayê, bi beşdariya 700 delegeyên ji Îngilistan û Îrlanda Bakur pêk hat. Delegeyên konferansê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û afîşên li ser daxwaza azadiya Ocalan rabûn ser piyan û piştgiriya xwe nîşan dan. Rûniştina li ser pirsgirêkên navneteweyî yên sendîkayê, bi çalakiya piştevaniya bi kurdan re dest pê kir. Sekretera Giştî ya Sendîkayê Sharon Graham ku yekemîn jina bûye sekreter e, afîş hilda. Sekretera Giştî daxwaza ‘Azadî ji Ocalan re’ li ser hesabê xwe yê Twitterê jî parve kir.

Graham di peyamê de wiha got: “Delegeyên konferansê li ser polîtîkayên Unite dibêjin ‘Dema wê ye’ (#thetimeisnow). Divê dewleta Tirk Ocalan azad bike û bi nûnerên gelê kurd re ji nûve dest bi danûstandinên ji bo aştiyê bike.”

Unite The Union, ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanyayê kiribû. Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ ji aliyê Unite the Union û Sendîkaya Kar a Giştî (GMB) a bi 800 hezar endamî li Kamara Avamê sala 2016’an bi daxuyaniyekê dest pê kiribû.

Kampanya hîn jî bi rengekî fermî ji aliyê sendîkayên UNITE, GMB, FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU ve tê meşandin.

Di îlona 2018’an de di kongreya 150’emîn a Yekîtiya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) de bi hezaran delegeyî bi yekdengî piştgirî dabûn ‘Kampanya Azadî ji Ocalan re’.