spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da

Ferît Şenyaşar, di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî binçavkirina 110 kesan li 21 bajaran da û wiha got: “Ev hewldan, hewldanên îktîdarê yên dawî n.e Dema me îktîdar guherand, dê edalet û aramiyê bînin Tirkiyeyê.”

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 764’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û piştî hilayîstina pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kirin.

Ev hewldan, hewldanên îktîdarê yên dawî ne

Ferît Şenyaşar, di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî binçavkirina 110 kesan li 21 bajaran da. Şenyaşar, diyar kir ku îktîdar hewl dide di nava civakê de bêaramiyê ava bike û wiha got: “Rojnamegerên ku rastiyê dinivîsin, parêzerên ku mafan diparêzin û siyasetmedarên ku hewl didin pêşerojeke xweşik bo Tirkiyeyê ava bikin, îro hatin binçavkirin. Ev hewldan, hewldanên îktîdarê yên dawî ne ku li ber têkçûnê ye. Em hewl didin edalet û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê û dê têkoşîna me bi ser keve. Dê edalet û aramî bê Tirkiyeyê. Tekane rêya vê jî bi guherandina îktîdarê dibe. Em ê bi hev re biguherînin û bi hev re bi ser kevin.”