spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Hûn nikarin me bê deng bikin!

DFG'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran a operasyona navenda wê Amedê ye da û got: "Çapemeniya Azad 30 sal zêdetir e serî li ber bombe, komkujî û operasyonên binçavkirinê netewand û dê îro jî serî natewîne."

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî operasyona ku navenda wê Amedê ye û li gelek bajaran pêk hat da. DFG’ê bertek nîşanî binçavkirina zêdetirî 100 kesên ku di nav wan de rojnamegerên kurd jî hene da û diyar kir ku wê ev hewldanên bêdengkirina Çapemeniya Azad jî bê encam bimînin.

Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Di çarçoveya operasyona ku li 21 bajaran û ku navenda wê Amedê ye hat lidarxistin de zêdeyî 100 kes di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin. Di operasyona ku ji rojnameger, siyasetmedar, parêzer heta hunermendan gelek kes hatin binçavkirin. Avêtin ser saziyên wan, 24 saetan biryara qedexekirinê hat dayîn. Rêveberê komeleya me û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnameger Abdurrahman Gok, Ahmet Kanbal, Mîkaîl Barût, Mehmet Yalçin, Osman Akın, Mehmet Şah Orûç, Berîtan Canozer, Mehmet Yalçin, Salîh Keleş, Remzî Akkaya û Arîf Akkaya hatin binçavkirin. Di 10 mehên dawî de 27 hevalên me berê jî di operasyonên li dijî rojnamegerên kurd de hatibûn binçavkirin û girtin. Em dizanin ku ev operasyon berdewamiya operasyonên bêdengkirina Çapemeniya Azad û rojnamegerên e kurd e.

Bê guman ev operasyona ku 19 roj beriya hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka Tirkiyeyê hat kirin, ‘operasyona hilbijartinê’ ye! Divê demildest ev operasyonên li dijî siyasetmedar, parêzer, hunermend û rojnamegeran hatiye kirin were bidawîkirin. Ev operasyona li dijî bêdengkirina gelê kurd e. Çapemeniya Azad ev zêdetirî 30 sal in li ber bombe, komkujî û operasyonên binçavkirinê serî netewand û dê îro jî serî netewîne! Ev tevgerên bêdengkirina Çapemeniya Azad pûç in. Hûn nikarin pênûsa rastiyê bitewînîn. Hûn ê nikaribin me bê deng bikin!”

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha got: “19 roj beriya hilbijartinê bi taybetî rojnameger û parêzer, kesên ku sûcên îktidarê aşkera dikin careke din dibin hedef. Ji niha û pê de jî weke heta îro tu gav paşde nayê avêtin. #ÇapemeniyaAzadNayêBêdengkirin #ÖzgürBasınSusturulamaz”