4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êşa nejibîr: 108 sal..

Hasan Yalçin

“De werin, em pêşî rêzdarî ji êşên hev re nîşan bidin.” (Hrant Dînk)

Di her 24’ê Nîsanê de gelê ermenî dikeve nava şînekê. Lewra ev roj ji aliyê ermeniyan û dostên wan ve weke “Roja Şîna Neteweyî” tê bilêvkirin. Di vê roja taybet de li Ermenîstan û dîasporayê ermenî û dostên wan li qad û kolanan de qirkirinê şermezar dikin û ji bo hemû windahiyên xwe daxwaza edaletê dikin.

Lê her çiqasî ku ji aliyê ermeniyan ve 24’ê Nîsana 1915’an zêde derdikeve pêş lê gava ku em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku destpêkirina qirkirinê hêj bêhtir paş ve diçe. Weke her kes dizane ku piştî şoreşa Fransayê fikrên netewperwerî weke lehiyê li hemû Ewropayê belav dibin. Împaratoriyên weke Awusturya-Macarîstan û Osmanî bi serhildanên gelan re rû bi rû man û gav bi gav li her cihî ax winda kirin. Dewleta Osmanî ji bo ku temenê desthilatdariya xwe dirêj bike gelek tedbîrên mezin girtin. Lê tevî her tiştî jî peyderpey gelên di bin banê dewleta Osmanî dijiyan û di bin bandora netewperweriyê de mabûn li hemberî dewletê serî rakirin û daxwaza statuyên xwe kirin. Wekî gelê yewnan, sirp, ‘ereb û her wekî din gelê ermenî jî ji bo bindestî, zordarî û tundiya li ser wan hatibû ferz kirin ji holê rakin, xebatên siyasî û dîplomatîk meşandin.

Tevgerên ji bo azadbûyina gelê ermenî têdikoşiyan, tirs û xofên mezin xistin nav dilê dewleta Osmanî. Ji bo tepisandina van tevger û xebatên azadiyê dewleta Osmanî plansaziyên cur bi cur xistin meriyetê. Yek jê ew e ku li cihên ku gelên ermenî lêdijiyan ji ‘Bi eşîran Alayên Hemidiye hatin ava kirin û bi riya van Alayên Hemidiye di salên 1890-1895 ‘an de li wîlayetên Rojhilat, komkujiyên pir mezin qewimîn. Bi vê re li welat êdî gengeşî, alozî û pevçûn bû parçeyekî jiyana rojane. Tedbîrên hişk, zordarî, sansûr û qedexekirinên ji aliyê Ebdulhemîdê II. ve dihate misogerkirin, pêşiya daxwazên gelan negirtin.

Piştî ketina Ebdulhemîdê II. û îlan kirina Meşrûtiyeta Duduyan hêviyên çareserkirina pirsgirêkan di nav civaka ermeniyan de dîsa geş dibin. Desthilatdariya Îttîhat û Terakkî, ji dêvla ku pirsgirêkên navxweyî çareser bikin û daxwaza reforman ji bo ermeniyan bi encam bike, rê li ber pirsgirêkên mezintirîn vekirin. Rayedarên Îttîhat û Terakkî ku kirasê tûranperestî û nijadperestî li xwe kiribûn, li rojhilatê welêt hebûna ermeniyan ji xwe re kirin derdekî mezin û hewce didîtin ku demildest vê metirsiyê ji holê rakin.

Di wê demê de gengeşî û tengavbûyina ku li Ewrûpa diqewimî rê li ber Şerê Cîhanê vekir û ev tişt ji bo tunekirina ermeniyan ji desthilatdariya Îttîhat û Terakkî re bû fersend.  Di vê heyama şerê cîhanê de xwesteka reforman, ji aliyê dewletên navneteweyî ve hatibû piştguhxistin. Di nav axa Osmanî de êrîş û tundiya li ser gelên xiristiyan êdî li tu qadeke navneteweyî de nedihat dîtin.

Desthilatdariya Îttîhat û Terakkiyê, bi awayekî biplan û sîstematîk pêşî di 24’e Nîsana 1915’an de sîyasetmedar, rewşenbîr, rojnemeger, hunermend û her wekî din pêşengên gelê ermenî di serdegirtina li ser malan de derdest kirin û ew ber bi rêwitiya mirinê ve şandin. Yek ji hiqûqnas û sîyasetmedarên navdar Krîkor Zohrab bi sedema dardekirinê ber bi wîlayeta Diyarbekirê ve tê şandin lê bi awayekî hovane li qeraxa bajarê Rihayê tê qetilkirin. Gomîdas Vartabedê muzîkolog, bi hewldanên hinek dostên xwe ji nefîkirinê tê xilaskirin lê ew jî heta mirinê ji ber dijwarî û şoka qirqirinê bê deng dimîne.

Partiya Îttîhat û Terakkî bi hêzên xwe yên leşkerî û bi çeteyên xwecihî her cihê ku ermenî lêdijiyan, kirin gola xwînê. Li gorî plansaziya wan hemû ermenî ew ê ji bajaran bihata derxistin û bi awayekî demildest ew ê li çolên Sûriyeyê bihata bicihkirin. Lê bi sedhezaran qefleyên ermeniyan li ser riya mişextiyê rastî êrîşên tund dihatin û bi awayekî komî dihatin qetilkirin. Kesên ku xwe ji êrîşan xilas dikirin êdî ji ber birçîbûn û tîbûnê ji pertav diketin û yên ku digihîştin çola Sûriyeyê ji ber şert û mercên gelek giran jiyana xwe ji dest didan û rastî zordariyeke mezin dihatin.

Belê di encama van plan û karên desthilatdariya Îttîhat Terakkiyê de li gorî hejmarên ne fermî milyon û nîvek ermenî di encama qirkirina 1915’an de hatin windakirin. Ermeniyên ku xwe ji ber çavsoriya desthilatdariya Îttîhat Terakkiyê xilas kirin li çar parçeyên cîhanê belav bûn. Piştî tunekirina gelê ermenî desthilatdariya Îttîhat û Terakkiyê bi guhertina kirasekî nû li şûna Dewleta Osmanî, damezrandina komarê kirin. Komara Tirkiyê bi înkara qirkirinê bingeha xwe li ser vê xakê danî û ji bo misogerkirina  yekneteweyî çav berda tunekirina gelên din. Di encamê de li Zîlan û Dersîmê bi deh hezaran kurd qetilkirin û ji bo hebûna dewletê zor û tundiya bi dijwarî li ser kurdan jî meşand.

Sed û heyşt sal li ser qirkirina gelê ermenî re derbas bûn. Ermeniyên ku bi hezaran salan bi çanda xwe ya dewlemend li ser vê xakê dijiyan di encama qirkirinê de ji axa xwe bêpar man û mîna bêdengiya goristanan dengên wan li ser vê xaka pîroz qut bû. Piştî sed û heyşt salan jî daxwaza edalet, heqîqet û bi paşerojê re hevrûbûn neqediya. Ev sal jî gelê ermenî ji heft salî heta heftê salî wê li Ermenîstan û dîasporayê daxwaza edalet û heqîqetê bikin. Ji bo ku careke din qirkirineke bi vî awayî neqewime û ji bo ku êşa wan sivik bibe, dengê edaletê ew ê li her qadên cîhanê bilind bibe.