spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em ê deng bidin perwerdeya bi zimanê dayikê

Egîtîm Senê belgeya helwestê ya hilbijartinên 14’ê Gulanê eşkere kir û got: "Em ê di vê hilbijartinê de şahidiya qonaxeke herî girîng a dîrokê bikin.”

Sendîkeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) belgeya xwe ya helwestê ya hilbijartinê ku daxwazên wan tê de cih digirin, eşkere kir. Daxuyanî li Navenda Giştî hate dayîn û ji hêla Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Nejla Kurul ve hate xwendin.

Nejla, bi bîr xist ku ji bo hilbijartinan demekî kin ma ye û wiha got: “Weke Egîtîm Senê ku dengê azad ê milyonek û 200 hezar kedkarên perwerde û zanistê yê li qadan e; em ê daxwaz û hişyariyên xwe ji  MEB, YOK û saziyên siyasetê û raya giştî re parve dikin. Em ê di vê hilbijartinê de şahidiya qonaxeke herî girîng a dîrokê bikin. Em ê biryareke ku sedsala Tirkiyeyê diyar bike bidin. Perwerdeya cemaweriyê ku qada gotina wekhev û azad e, bi têkçûnekê re rû bi rû ye.

Polîtîkayên îktîdar heyî li şûna pêşxistin û azadkirina dibistan û zanîngehan, zarok û ciwanan; wan bêhtir qels dike û dike ku ji bo pêşerojê hemwelatiyên çalak nebin. Kedkarên perwerdeyê jî di nav de, hemwelatî ji ber polîtîkayên sermayeyê bêhtir tên xizankirin û di bin enflasyona zêde de tên eciqandin. Parvekirina dahatê ya li Tirkiyeyê roj bi roj li dijî kedkaran xerabtir dibe.

Ji ber feraseta tirs, dijminatî û cihêkariyê; em nikarin bi hev re biaxivin û mafê xwe yê xweîfadekirina azad pêk bînin. Lewma em nikarin xwe bigihînin jiyana demokratîk û azad. Her wiha zayenda civakî û nasnameyên zayendî, cudahiyên ferasetên etnîkî û olî û siyasî weke dewlemendî nayên dîtin. Berevajî vê; weke gef tên dîtin û cihêkarî tên kirin.

Her wiha ji 6’ê Sibatê piştî erdhejê Mereşê heta niha ji bilî konbajar û dibistanên di bin konan de, tu gav nehatine vaêtin. Konteyner û malên prefabrîk nehatine avakirin! Xelkê herêmê ji ber zivistanê zehmetiyên mezin kişandin û niha jî bi germbûna hewa re dê nekarin di bin konan de bijîn. Hem malbat û hem jî xwendekar ji vê rewşê gelek neyînî bibandor dibin. Heman rewş ji bo mamoste û kedkarên îdarî, teknîk û cîgiran jî derbasdar e. Li van herêman ne mafê perwerdeyê hatiye cîbicîkirin ne jî ji bo kedkarên perwerdeyê cihê hewînê hatiye pêşwazîkirin.

Qanûna Pîşeyê ya Mamosteyan di dîroka perwerdehiyê de qanûna herî cihêkar e. Bandoreke pir neyînî li ser aştiya xebatê ya li odeya mamosteyan kiriye. Bi vê qanûnê re li şûna başkirina mafên aborî û xwebûnê, ‘ji mamosteyên ciwan re hatiye gotin ku bisekine, xwe ji bo ezmûnê amade bike”. Heta astekê mûçeyên mamosteyan hatiye başkirin lê rêgeza ji bo karê wekhev heqdestê wekî hev hatiye binpêkirin. Hemû kedkarên perwerdeyê di bin sînorê xizantiyê de dijîn.

Îktîdara siyasî hewl dide bi feraseta ‘xwemalî û neteweyî’ re yekperestiyê pêş bixe. Bi vê helwesta cihêkar re ‘kesên ne xwemalî û neteweyî’ bi biryarên keyfî tên îxrackirin, bi mulaqatên cihêkar re nagirin kar. Biryarên darazê nayên cîbicîkirin, lêpirsînên ewlehiyê yên jênebawer û lêkolînên arşîvê re gel tê bêzarkirin û mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin. Weke kedkarên perwerde û zanistê; em ê dengê xwe ji bo perwerdeya wekhev, azad, bêpere û ya bi zimanê dayikê bidin.”

Daxwaz û xalên belgeya helwesta hilbijartinê yên Egîtîm Senê jî li ser webê hatin barkirin û bi raya giştî re hatin parvekirin.