3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NY’yê di sepana xwe ya li dijî tundiya jinan e cih de kurdî

Fona Nufûsa Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ji bo tundiya ku li dijî jinan tê meşandin sepaneke nû ya mobîlê ya bi navê AMBER pêşxist.

Fona Nufûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ji bo tundiya ku li dijî jinan tê meşandin sepaneke nû ya mobîlê ya bi navê AMBER pêşkêşî bikarhênerên telefonên destan kir.

Jin bi wê sepanê dê bi bikaribin dema ku rastî tundiyê hatin yekser saziyên peywendîdar agahdar bikin. Sepana ku bi kurdî, tirkî, erebî û îngîlîzî xizmetê dide, jin dema rastî tundiyê bên wê demildest daxwaza alîkariyê bikin.

Nûnerê Tirkiyê yê UNFPA’yê  Hassan Mohtashami û Nûnera Koalîsyona Jinan Selma Acuner, li ser navê Balyozê Brîtanyayê yê Tirkiyê Carl Spychal, Balyoza Niyeta Baş a UNFPA ya Tirkiyê lîstikvan Songul Oden, yek ji balyozên niyeta baş Edîs Gorgulu û gelek mêvan beşdarî danasîna sepanê bûn.Di civînê de danasîna sepanê hate kirin û der barê wê çawa bê bikaranîn de agahî hatin dayîn.

Armanca sepanê

Lîstikvan Songul Oden, diyar kir ku ji sala 2020’an û vir ve li ser vê sepanê dixebitin û wiha got: “Em ji sala 2020’an vir ve li ser vê sepanê dixebitin. Bi rastî jî xebateke gelek bi rêk û pêk bû. Armanca AMBER’ê ew e ku hemû sepanên li dijî tundiya li jinan û bişkokên (buton)hewarê wek ajadayek di nav xwe de bihewîne û agahiyên şexsî, hiqûqî bidin jinan. Her çiqas wek sepaneke ‘Salnameya Periyodê’ xuya bike jî, piştî çar caran tikandina li ser logoya sepanê jinan ber bi rûpeleke “dizî” dibe û heger bê xwestin dikarin agahiya cihê xwe bi reqemeke ku berê hatiye tomarkirin were parvekirin.”

Bi rêya sepanê dikarin serî li KADES’ê jî bidin

Li gorî Platforma Wekhevî, Dad, Jinê ya SESê, di sepanê de agahiyên têkiliyê yên saziyên sivîl, saziyên fermî û navendên ku jin dikarin li hemberî tundiyê serî li wan bidin jî hene. Her wiha bi rêya sepanê dikarin serî li KADESê jî bidin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê